Îranê bi fûza êrîşê bingehên Amerikayê li El Esed û Erbilê kir
Hêza pasdarên Îranê bi daxûyaniyekî ragihandin ku wan dest bi êrîşên tolhildanê li dijî bingehên Amerikayê li Iraqê kirine. Herweha di daxûyaniyê de dibêje ku wan bi dehan fûza bingehê Amerika yê Eyn El Esed kirine armanc.
Îran dibêje ku , eger Amerika bersiva van êrîşa bide , dê bersiva wan tund bê dayîn. Îran da xûyakirin ku, Eger ji hinek bingehên amerika li herêmê êrîşê Îranê bî kirin, dê îran wan bingehan jî bike armanca êrîşên xwe.
Berdevkê Qesra Spî Stephanie Grisham di derbarê êrîşên Îranê daxûyaniyek da û got:Em êrîşên Îranê bi dikkat dinirxînin û di vê derbarê de ji bo helwesta Amerikayê civîn têne li darxistin.
Ji aliyek din ve berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman jî daxûyaniyek kî de dibêje: Îranê êrîşê bingehên hêzên hevpeyman kiriye û bi dehan fûze avêtina van bingehan.Ev fûze ji nava Îranê hatine avêtin û bingehên hêzên hevpeyman yê El Esed û Erbilê kirine armanc. Em niha rewşa van bingehan ya piştî êrîşa Îranê dişopînên.
Berpirsek amerikî li gel ajansa Reuter jî axivî û dibê je ku, ji bilî bingeha El Esed hinek bingehên din jî bûne armanca êrîşên Îranê.