Îranê bersiva Trump da
Îran bersiva Trump da: Em jî nahêlin hemwelatiyên Amerika bêne Îranê.
Serokê amerika Donald Trump biryarek da ku ketina hemwelatiyên hinek welatan ya Amerika qedexe kir. Li gora vê biryara serokê Amerika hemwelatiyên wek Îran , Suriye Iraq û henek welatên din yên islami nikarin bikevin Amerikayê de û vîzê ji bo seyaheta Amerika nadin wan.Heta radeyekî kesek eslê xwe ji van welatan be û hemwelatiyê welat Ewropa jî zehmete bikeve Amerikayê de.Li Amerika û hinek welatên Ewropa xelkekî ev biryar protesto kir û daketin kolana û li balefirxaneya xwepêşandan kirin.Hukumeta Îranê li himber vê biryara Amerika bi tunedî derket.Wezereta derve ya Îranê bi daxûyaniyekî ev biryar şermezar kir û da xûyakirin ku heta Amerika ji vê biryara xwe venegerê, hemwelatiyên Amerika jî nikarin bikevin Îranê de û serdana Îranê bikin.Biryara Amerika ya qedexekirina ketina hemwelatiyên 7 welatên îslamî ji bo 3 meha derbas dibe.