CîhanRojev

Îranê bala Tirkiye kişand

Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan ji bo rewrisma pîrozkirina serketina Azebeycanê li himber Ermenistanê serdana Azerbeycanê kir û tevlî rewrisma pîrozbahiyê bû. Erdogan li vê derê axavtinek kir helbestek xwend. Helbesta Helbestvan Bextiyar Wahapzade bû, xwendina vê helbestê bû sedem ku Îran gelek aciz bû. Erdogan behsa aliyê din yê ava Arasê kir û di helbestê de tê gotin ku aliyê Arasê yê niha axa Îranêye bi zorî hatiye veqetandin.

Îran ji bo vê yekê li Tehranê balyozê Tirkiye xwest wezereta derve û di vê derbarê de bala Tirkiye kişand. Wezîrê derve yê Îranê Cavad zarif jî daxûyaniyek ragihand û got:Erdogan li Bakû helbestek bi xeletî xwend. Ki gotiye Erdogan ku aliyê ava Arasê ya ku axa qedima Îranê ye bi xortî ji hatiye veqetandin.

Back to top button