Îranê Ala Sor bilind kir
Piştî kuştina Fermandarê Supaya Quds Qasim Sulêymanî , bayê şerek giran li Rojhilata Navîn peyda bûye. Piştî êrîşa Qasim Suleymanî Heşda Şeibî li Iraqê êrîşê hinek bingehên Amerikî kir lê tu qurbanî çênebûn, lê li himber vê Amerika cardin êrîşê karwanek a Heşda Şeibî kir û 6 serkirdeyên wan hatin kuştin.
Îro terma Suleymanî li Îranê wedişêrin. Serxweşiya Suleymanî li Şamê, Helebê ,li hinek deverên Iraqê û li Îranê hate kirin. Cihana Şîe di nava şînekî de ye.
Îran bi awayekî biryara êrîşa li dijê Amerikayê wergirt. Amerika hêzên xwe rêdike hinek deverên Rojhilata Navîn.
Herweha Îranê Ala xwe ya ku tê wateya ragihandina şer bilind kir. Li bajarê Kumê li ser minareya mizgefta Cemkeran bilind kirin. Ev yek di dîroka Îranê de cara yekeme tê kirin.
Îranê fûzeyên xwe hemû kirine amadebaşîyê de, Amerika li himber van êrîşan sistema Patriot rêkir deverê.
Gelek nirxandinên cüda tene kirin, lê dê her bi awayekê herdu alî êrîşê hev bikin.
Di rastiya xwe de tişta girîng ji bo kurda bandora vî şerî dê li Kurdistanê çibe?