Îran û PKK bo ser herêma Kurdistanê xeter in
Endamê komîteya nawendiya Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran di hevpeyvîneke xwe de dibêje ku, Komara Îslamiya Îranê dixwaze bi hêceta şerê dijî DAÎŞê destê xwe bixe nav karûbarên herêma Kurdistanê û ”ev yek jî li ser paşeroja herêma Kurdistanê xeter e”.
Mihemed Qadirî endamê komîteya nawendiya Hiziba Demokrata Kurdistanê û berpirsê têkeliyên wê partiyê li Hewlêrê di hevpeyvîneke xwe de digel Şarpress behsa beşdariya pêşmergeyê wan di çerê dijî DAÎŞ de dike û dibêje:
– Dema êrîşên DAÎŞ hatin bo ser Kurdistanê, me daxwaz ji berpirsên herêma Kuredistanê kir û em jî di parastina Kurdistanê de beşdar bin û berpirsên herêma Kurdisdtanêdaxwaza me qebûl kir û pêşmergeyên me li Mexmûr, Gwêr û çend devên din mil bi milê pêşmergeyê herêma Kurdistanê şerê DAÎŞ kir, lê piştî du roja berpirsên herêma Kurdistanêdaxwaz ji me kir em xwe ji bereyên şer vekişin û me jî daxwaza wan qebûl kir û pêşmergeyê me ji eniyên şer vekişiya.
Ewe berprisên HDK dibêje wan bi hevahengî digel berpirsên herêma Kurdistanê beşdarî di şerî de kir û bi hevahengî digel pêşmergeyê wan ji eniyên şer vekirşîya. Lê hatina PKKê û hatina rijêma Îranê ji bo herêma Kurdistanê xeter e. hêzên îranî li Sadiye, Celewla, Xaneqîn û Kifrî serperiştiya eniyên şer dikin:
– Li gor tecrûbeya me digel rijêma Îranê heye, hatina Komara Îslamiya Îranê bi navê piştevaniya hêzên pêşmerge bo ser paşeroja herêma Kurdistanê xeterek cidî ye. Îran dijî tecrûbeya demokrasiya herêma Kurdistanê ye û bi hemû îmkanên xwe li dijî wê tecrûbeyê dixebite daku bixe jêr kontrola xwe û ew bernameya seroaktiya herêmê ji bo serxwebûna Kurdistanê heye jinav bibe.
Qadirî dibêje li gor daxuyaniyên PKK, PKK bê hevahengî digel herêma Kurdistanê hatine şerê DAÎŞ dikin û ew fermana ji tu kesî wernagirin, eger wisa be PKK dê aloziya ji herêma Kurdistanê re çê bike û di paşerojê de bi hêsanî dernakeve.