Cîhan

Îran: Tengava Hurmuzê ji bo her kesî vekiriye ji bilî DYA û Israîl..

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçi di hevpeyvînekê de bi MS NOW re got ku “Tengava Hormuzê tenê ji bo keştîyên Amerîkî û Îsraîlî girtî ye.

Keştîyên din azad in ku derbas bibin, her çend gelek ji ber “fikarên ewlehiyê” tercîh dikin ku neçin, ti eleqeya wan bi Îranê re tune. Niha “gelek tanker û keştî hene ku di Tengava Hormuzê re derbas dibin.”

Ev piştî wê yekê tê ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump li ser Truth Social ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, digel çend welatên din ên ku ji “hewldana girtina Tengava Hormuzê ji hêla Îranê ve” bandor bûne, dê keştîyên şer bişînin da ku Tengava Hormuzê “vekirî û ewle” bihêlin.

Di postê de, Trump Çîn, Fransa, Japonya, Koreya Başûr û Keyaniya Yekbûyî wekî mînakên welatên ku ji girtinê bandor bûne rêz kir, û hêviya xwe anî ziman ku ew ê keştîyan bişînin herêmê.

Back to top button