
Îran ji bo peymana atomî cardin bikeve rojevê teklifa Amerikayê ya ku dibêje, bila ambargo û sizayên li ser Îranê gav bi gav bêne rakirin, red kir . Berdevkê wezereta derve yê Îranê da xûyakirin ku, ji bo cardin peymana Atomî bi temamî bê cîbicîkirin, divê Amerika hemû sizayên li ser Îranê yek carekî de rake , da ku Îran jî li gora wê tevbigere.
Desthilata Bîden dibêje ku heta Îran berpirsiyariya dikeve li ser milê xwe bi temamî pêkbine dê Amerika jî gava pêwist bavê je. Wek tê zanin berpirsên Yekitiya Ewropa, Çîn,Rusya, Almanya Britanya û Fransayê li gel berirsên Îranê di 6ê Nisanê li Viyana biciviyan. Lê wezirê derve yê Îranê da xûyakirin ku, ew li Viyana li gel Amerikayê nacivin.