Cîhan

Îran li Kurdistanê kêlgeha neftê vedike

Wezîrê neftê yê Îslamiya Îranê ragihand ku ew li Iraq û Herêma Kurdistanê 4 kêlgehên(rafineri) neftê ava dikin.

Ali riza Nikzad Peyvdarê Wezîrê Neftê Îranê li daxuyaniyeke de ragihand ku wan ji bo avakirina 4 kêlgehên neftê li gel Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Kurdistanê peyman îmza kirine. Di destpêka projeyê de yekemîn kêlgehê li qezaya Nehreyne bajarê Bexda û ya duyem jî li qezaya Koyê ye bajarê Hewlêrê ava dikin. Li van dû kêlgehan de rojane 70 hezar bermîl neftê xaf li nava van kêlgehan de veguherîne. Her wiha dû kêlgehên din jî li bajarê Nasiriye û Emarayê dê ava bikin.

Back to top button