PolîtîkRojev

Îran li dû behaneyan e

Partiyên Rojhilatî yên ku navendên wan yên serekî li Herêma Kurdistanê ne, daxwaz ji civaka navdewletî kirin li hember gef û êrişên Îranê xwedan helwest bin.

Fermandeyê hêza bejahî ya sipaya pasdarên Îranê îro gef li partiyên Rojhilatî yên ku navendên wan li Herêma Kurdistanê ne, xwaribû û gotibû, ewê êrişî wan bikin ji ber ku çalakiyên wan li ser sînor “asayişa Îranê” dixin metirsiyê.

Wî pasdarê Îranê her wiha daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê jî kiribû ji baregehên wan partiyên dûr bikevin.

Li ser vê yekê, Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, ku ji 4 partiyan (PDK, PDKÎ, Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê û Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşan ya Kurdistana Îranê) pêk tê, li ser gefên wî fermandeyê sipaya pasdaran daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku ew dever û cihên ku Îran gefê lê dixwe, kampên penaberên siyasî ne ku ji ber siyaseta zalimane ya Îranê koçber bûne.

Wan partiyên Rojhilatî her wiha gotine, Îranê li behaneyan digere da ku alozî û xirabkariyên zêde bike lê ew gef û tehdîd wan ji xebatên wan sar nake.

Partiyên Rojhilatî bang li civaka navdewletî, hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê kirine sînorekî li pêşiya gef û zêderewiyên Îranê daynin û li dijî wan gefan derkevin.

Back to top button