Cîhan

Îran: Kuştina Qasim Sulêymanî sivkayetî bû bi Iraqê

Serokê Parlamentoya Îranê dibêje, ““Êrişa Îranê bo ser Fermandarê berê yê Supaya Quds a Îranê û Fermandarê berê yê Heşda Şeibî ya Iraqê, sivkayetî bû bi serweriya Iraqê û binpêkirina serbixwebûna wê bû.”

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ku ev 2 roj in bi serdaneke fermî li Îranê ye, li gel Serokomar û berpirsên din ên wî welatî civîn encam dan û di hemû wan civînan de kuştina Qasim Sulêymanî beşek ji gotûbêjan bû. Sekreterê Encûmana Asayişa Niştimanî ya Îranê jî got, “Derkirina Amerîkayê ji Iraqê biçûktirîn ceza ye.”

Sekreterê Encûmana Asayişa Niştimanî ya Îranê Elî Şemxanî û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên civînek pêk anîn û medya fermî ya Îranê jî naveroka civînê belav kir.

Li gor medya fermî ya Îranê Elî Şemxanî di wê civînê de got, “Biçûktirîn cezayê kuştina Qasim Sulêymanî û Ebu Mehdî Muhendis ew e ku (Amerîkî) demildest navçe û Iraqê bicih bihêlin.”

Her di wê civînê de Şemxanî ragihand, ew çaverê dikin Iraq bi rêya konferansên navdewletî “bi ciddî” pêdaçûnekê ji bo kuştina Qasim Sulêymanî bike.

Du roj piştî kuştina Qasim Sulêymanî û Ebu Mehdî Muhendis, êvariya roja Yekşema 05.01.2020an bi amadebûna 168 parlamenteran rûniştina parlamentoya Iraqê birêve çû û Serokwezîrê Iraqê yê wê demê, Adil Ebdulmehdî gotarek derbarê derxistina hêzên biyanî ji Iraqê xwend û piştre nameyeke 8 xalî  ya Muqteda Sedir xwend û daxwaza hilweşandina rêkeftina di navbera Amerîka û Iraqê de kir. Di dawiyê de jî parlamentoyê projebiryara derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê pesend kir.

Ji sala 2008an ve rêkeftineke emnî ya stratejî di navbera Amerîka û Iraqê de heye ku bi rêkeftina Sofa tê naskirin û bi rêya wê rêkeftinê jî cîgirbûna hêzên emnî yên Amerîkayê li ser axa Iraqê hatiye rêkxistin.

Fuad Husên li gel Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî civînek encam da û di wê civînê de jî behsa kuştina Qasim Sulêymanî hat kirin û heman çavkaniyên fermî aşkere kirin ku Qalîbaf di civînê de got, “Êrişa Îranê bo ser Fermandarê berê yê Supaya Quds a Îranê û Fermandarê berê yê Heşda Şeibî ya Iraqê, sivkayetî bû bi serweriya Iraqê û binpêkirina serbixwebûna wê bû.”

Serokê Parlamentoya Îranê tekezî li ser serweriya asayiş, serbixwebûn û yekperçeyiya Iraqê kir û rola niha ya Iraqê li navçeyê wek “erênî, girîng û karîger” binav kir.

Roja 03.01.2020 Fermandarê berê yê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebu Mehdî Muhendis, nêzik li Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê di êrişeke firokeyên bêpîlot ên Amerîkayê de hatibûn kuştin.

Çend roj berî niha Husên Selamî, Fermandarê Supaya Pasdaran ragihandibû, “Ew ew dê wan kesên rasterast û ne rasterast di kuştina Qasim Sulêymanî de rol wan hebû, bikin armanc û tolhildan jî dê ciddî û rasteqîne be.”

Roja 21ê Tîrmeha îsa, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Îranê kiribû û di civînekê de li gel Rêberê Bilind ê Komara Îslamî Elî Xaminêyî behsa biryara parlamentoya Iraqê kiribû. Li gor daxuyaniya ofîsa wî, Xaminêyî di civînê de got, “Em çaverê ne biryara derxistina Amerîkiyan bê cîbicîkirin, ji ber ku nemana Amerîkayê sedema nebûna asayişê ye.”

Elî Xaminêyî ji Kazimî re gotibû, “Wan (Amerîkî) mêvanê we di mala we de kuşt û bi zelalî jî îtîraf bi vê tawanê kirin. Ev jî ne mijareke biçûk e” û tekez kiribû, “Komara Îslamî ya Îranê ti caran wê mijarê jibîr nake û bi piştrastî dê zebra hevşêwe li Amerîkiyan bide.”

Çavkani:Rûdaw

Back to top button