CîhanRojev

Îran: Emê bi tundî bersiva Amerikayê bidin

Dema Îranê êrîşên ezmanî anî li ser herêma Kurdistanê, Amerikayê dronek Îranî ber bi Hewlêr ve dihat êxiste xwar. Li ser vê yekê serokerkanê Hêzên Çekdarî yên Îranê Mihemed Baqirî, daxûyaniyek da û got: Emê bi tundî bersiva Amerikayê bidin.

Baqirî dibêje:Eger Amerîka li dijî dronên Îranê tevbigerin, hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê dê bersiva van kiryarên dijminkarane yên Amerîkayê bidin û mafê me yê bersivdan û karvedanê heye.

Baqirî got ku zanyariyên bi hûrgilî yên hêzên çekdar ên Îranê li ser baregehên serbazî yên Herîr, Hewlêr û Duhokê yên li Herêma Kurdistanê hene û got ku Îran di rewşa niha de tenê li dijî wan aliyên ku dixwazin Îranê parçe parçe bikin operasyon encam didin û ti kiryareke wan a li dijî Amerîkayê nebûye, lê belê mafê tolhildana vî karê Amerîkayê ji bo Îranê parastî ye.

Back to top button