Cîhan
Îran: Divê Tirkiye operasyona Efrînê rawestîne
Berdevkê wezareta derve ya Îranê Behram Qasimî di konferansek rojnamvanî de da xûyakirin ku ew rewşa Sûriyê ligel Tirkiye û Rûsyayê gotûbêj dikin û rûdanên li deverê rîdidin dişopînin.Behram Qasimî, daxwaz ji Tirkiyê kir ku operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê rawestîne û di riya danûstandinên Astanayê re her tiştê girêdayî rewşa Sûriyê çareser bike.