Îran: Damezrandina dewleta kurdî pîlana Îsrayîlê ye
Şîretdarê rêberê Komara îslamiya Kurdistanê Elê Xameneyî di daxuyaniyekê de dibêje ku, ew rê nadin pirojeyê swexwebûna Kurdistanê ronahiyê bibîne.Elî Ekber Wîlayetî şîretdarê rêberê Komara Îslmaiya Îranê di daxuyaniyeke xwe de ji rojnameya Aydînlîk ya tirkî re dibêje ku, armanca Îsrayîlê damezrandina Îsrayîla duyeme û dewletên zilhêz jî dixwazim deverê parçe bikin:- Divê gelek bi zelalî em helwesta xwe li hember dewleta Kurdî diyar bikin, dewleta Kurdistanê dê du welatan; Îran û Tirkiyeyê ji hev dûr bike û têkeliyên dostane digel Îsrayîlê xurt bike.Wîlayetî dibêje ku, siyayseta Îsrayîlê dabeşkirina welatên misilmanên deverê ye û dixwaze tevlîheviyê li dewletên misilman çêke:- Lê Îran bi tu awayî vê yekê qebûl nake. Parçebûna Îraq û Tirkiyeyê bi tu awayî çênabe, Îran li dijî vê pirsê liberxwe bide û bergirîkirin ji yekparçeyîya Îraqê û Tirkiyeyê bi wezîfeya hemûyan dizane.Navborî damezrandina dewleta kurdî bi pîlana Îsrayîlê dizane.Weke tê zanîn brî heyamekî wezîrê edaletê yê Îstayîlê gotibû: Îsrayîl piştgiriya ragehandina dewleta kurdî dike û dixwaze di vê çarççoveyê de alîakriya başûrê Kurdistanê bike.