Cîhan

Îran bi agir dileyze

 Dixweyê siyaseta Amerika ya derve û taybetî ya Rojhilata Navin tê guhertin. Piştî Îranî cardin hinek fûze yên nû ceribandin vê yekê bala cîhanê kişand. Taybetî serokê Amerika Trump helwestek tund li himber vî karê Îranê da nîşandan.Serokê Amerika Trump di malpera xwe ya Twitterê de da xûyakirin ku Îran bi agir dileyze. Trump da xûyakirin ku ew li himber Îranê wek Obama kubariyê(nermiyê) nake.Herweha wezîrê bergiriya Amerika sardana xwe ya yekem ji bo Koreya Başûr kirî peyamên dijwar ji bo Koreya Başûr dan û da xûyakirin ku bila kesek zêdegaviya nekê, emê dostên xwe  heta dawiyê biparêzin.Peyama wezîrê bergirîyê Amerika li Koreya Başûr wek helwestek li dijê kiryarên Koreya Bakur hate nirxandin.

Back to top button