Cîhan

Îran 60 rojan de 40 kesan sêdare daye

Li destpêka qeyrana Korona li Îranê û heta niha, rejîma Îranê li 2 mehan de 40 kesan li girtîxaneyan de sêdare daye.

Li gor raporên Mafê Mirovan li dû mehên dawiya zivistanê û destpêka biharê da, 40 kes li Îranê hatine sêdaredan û li gor amarên wî welatî jî li sêdaredana girtiyan de pileya yekema cîhanê tê. Hêjayî gotinêye ku li navbera wan 40 kesên ku li girtîxaneyan de hatine sêdaredan du ciwanên ku temenê wan li bin 18 salan jî hebû.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî li van du rojên derbasbûyî de çar kes li girtîxaneyên bajarên Kurdistanê hatine sêdaredan.

Back to top button