Cîhan

Îran 150 terorîstan dişîne Kurdistanê

Çavkaniyeke emnî ji başûrê Kurdistanê eşkere kir ku rêxistina terorîst Ensar Îslam ya girêdayê  Elqaydeyê li ser sînorê navbera Îran û herêma Kurdistanê bizavên xwe zêde kirine û komara Îslamiya Îranê jî alîkarî û hêsankariyê jê ra dike ku derbasî herêma Kurdistanê bibin daku bi kiryarên terorê rewşa arama herêma Kurdistanê têk bidin.

Çavkaniya emnî dibêje: Piştî Amerîkayê hêzên xwe li Îraqê kêmkirîn, bizavên rêxistina Ensar Îslam li ser sînor zêde bûne û Îran jî alîkariya wan dike. Îranê 150 terorîst ji rêxistina Esar Îslma amdekirine ku wan di rêya bajarê Xanê yê rojhilatê Kurdistanê ra bişîne başûrê Kurdistanê.

Weke tê zanîn beriya heftiyekê li devera Qeladizê terorîstek ser bi rêxistina Ensar Îslam xwe teqand bû û du polîs birîndar kir bûn.

Herwesa ajansa parastian asayîşa herêma Kurdistanê Parastinê jî bi daxuyaniyekê hevweatiyên Kurdistanê  ji kiryarên terorîstan agadar kirine.

Back to top button