Îradeya radest kirî zehmete ku azad bibe
Osman Baydemir serokê şeredariya Diyarbekirê û parlementerê berê yê HDPê, niha li Ewropa dijî û bi hinek daxûyaniyên ku bi siyaseta PKKê ve nagunce dide. Baydemir di daxûyaniyek a xwe de dibêje: Tirkiye nikare bibe “ Cumhuriyetek Demokratik“ Divê em hemû bêjin ku dewleta Tirkiye ne dewleta me ye.
Ev daxûyaniya Baydemir gelekî zelale û ne hewceyê nirxandinek teybet e. Lê bivê nevê li vê derê kesayeta Baydemir dibê babetek a gotubêjan. Baydemir di nava PKK/HDPê de kesayetek berbiçav bû. Demekî serokatiya şeradariya Diyarbekirê û parlementeriya HDPê kiriye. Yanî figurek girîng bû di nava HDPê de.
Demekî Baydemir di daxûyaniyek a xwe de got: Hêdî ne dema şerê çekdariye. Li himber vê daxûyaniya Baydemir, Abdullah Ocalan gotinên tund di derbarê Baydemir de gotin. Heqaret li Baydemir kir. Behsa kesayeta Baydemir kir û sivikahî li Baydemir kir. Lê Baydemir devê xwe venekir û li gotinên xwe xwedî derneket.
Niha dema Baydemir dibêje: “ Tirkiye nikare bibe “ Cumhuriyetek Demokratik“ Divê em hemû bêjin ku dewleta Tirkiye ne dewleta me ye. Ji derê Baydemir û tevgera wî kurdên siyasetê dikin hemûya dizaniya ku Tirkiye nabe cumhuriyetek demokratik û dewleta Tirk ne dewleta wan e. Baydemir bila vê yekê ji hevalên xwe re bêje. Bila gelek vekirî derkeve û bêje. Ocalan û PKK siyasetek ne rast rêve dibin, rexneyên xwe li siyaseta PKKê û baweriya Cumhuriyeta Demokratik bike. Baydemir gerek berê xwe bide PKKê û van axavtina bike. Ji ber ku xelkek din eve 20-30 salin tişta Baydemir dibêje bi dengek bilin dibêjin.
Kesayetek bi nirx, bîr û baweriyên xwe dibêje û li hemû demî parastina gotinên xwe dike û dibe xwedî helwestekî. Lê kesayetek di nava tevgerekî de tu cara nikaribe dîtinên xwe eşkere bêje û aktorek girîng yê tevgera xwe be, dema hindekî ji tevgerê dûr bikeve, tu bihayê gotinên wî/wê jî namînin. Gelo Baydemir nû têgiha ku, dewleta Tirk ne dewleta Kurdaye? Nû têgaha ku “Cumhuriyeta Demokrati“ pêknayê?
Di siyasetê de jî ehlaq heye. Nabê tu duh bi awayekî bî, îro awayek din bî.
Lê di siysetê de dîtine herkesekî têne guhertin. Bîr û baweriyên mirov têne guhertin. Lê divê ji berî her tiştekî mirov li gora hinek pîvanên ehlaqî û siyasî bikaribe rexneyek zatî li xwe bike û bije duh ez ne rast difikîrîm , baweriyên min ne rastbûn. Lê îro ez vê rastiyê dibînim û dibêjim. Lê Baydemir ev yek nekir.
Di rastiya xwe de nayê zanîn ku Baydemir hêja di nava refên PKK/HDPê de ye yan na? Ewî bi xwe tu daxûyanî di vê derbarê de nedane. Lê baş tê zanin ku leyiztikek heye û Baydemir gelek bi zanebûn bi awayekî hewldide bileyze.
Bi vê yekê ve girêdayî serdana Baydemir ya başûrê Kurdistanê jî gelekî balkêşe. Gelo Baydemir bi çi sifatê serdana başûr kir? Ihtimale wek qazidekî ev serdana xwe pêkanîbe. Nayê zanîn.
Gelek zehmete ku, kesayetên di nava HDP/PKKê de ji aliyê Ocalan û Qendil ve li kesayeta wan hatibe perçikandin bikaribin xwe ve werin. Ew tu cara nikarin zû bi zû serxwe ve werin û kesayeta xwe ya windakirî ji nû ve bibînin. Taybetî eger ew kesayetê Îrada xwe radestî Ocalan kirîn zehmete ku rojek ji rojan bibin xwedî îradeyek azad.
28.5 2020
Nûçe/analîz