Nivîsar

Îradeya gel serdikevê

Kombûna roja sêşemê ya Parlemena Kurdistanê, wêneyekî zelal ya wê sîstema Parlemeniyê bû ku Tevgera Goran li projeya xwe de daxwazê dike. Sîstemek ku rastiya dîktatoriyeta Parlemeniye neku sîstema Parlemenî û Serokê Parlemen wekî fermanberekî gûhgirtiyê Serokê partiya xwe ye, wan fermanan bi cîh dike ku li “odeyên girtî” ve ji bo wî têne şandin. Li kombûna doh da, Serokê Parlemen û Tevgera Goran û beşekî Yekîtî, hemû hesabên xwe li ser ewe danîbûn ku PDK kardaneveyeke tund dibê û bi wê jî hêcetek dikeve destê wan ku kombûna Parlemenê nekin û wiha nîşanî dinyayê bidin ku PDK dijî demokrasiye. Lê belê PDK neku her ewe nekir, belku gelek bi aramî muamele li gel rewşê kir û wekî parêzer û garantiya demokrasiya xwe nîşa dinyayê da û îradeya gel wekî serketiya serekiyê li wê aloziyê derket. Xeletiyeke kujindeya partî û aliyên rêkxerê kombûna doh, li ber çav negirtina wan hemû rêkkeftin û sazanan bû ku bingeha pêkhatina Parlemen û Hikûmeta Herême, wekî ewe nizanin ku her çi wan aliyan hebê ji zêdetirê sazan û pêkhatin û rêkkeftinan, eger PDK ji destpêkê ve bi wê tevgera wan kar kiriba û 57 deng bi nîşana zorîne danîba, neku sazana nîştimanî, dikarî Hikûmetê jî bêyî wan pêkbîne, neku nîvê beşê rewaya xwe bike qurbana “sazana nîştimanî”. Lê belê wan kombûnan derxist ku “sazan” û rêkkeftinan heta demekî li cem wan pîrozin ku berjewendiya Hizbî ji bo wan têda bê, her çende dijî îradeya zorîneya xelk jî bê. Xeletiyeke dinê gelek ne bi cihê wan, vexwendina Konsolê welatan ya nava Parlemenê bû. Ev kombûn kombûna destpêka Parlemenê nebûn heta pêwîstî bi mîhvanan hebê, kombûna ragihandina serbixweyî ya Kurdistanê jî nebû heta bikin şanaziyek, belku kombûna hetikandina demokrasiyeta tewafuqî bû, ku hemû dezgehên fermiyên Herêmê li ser damezraye. Wan xwestin bi hesabê xwe, wan nûneran şahîdê kardaneweya tunda PDK bin, ku li wê jî da hesabê wan serî negirt. Her wiha amadebûna Cîgirê Konsolê Îranê, wekî take nûnerê payebilindê vexwendiyan, nîşanekî pirsiyara gelek mezin xiste ser niyeta xwediyê projeyê. Her çi be, kombûn temam bû û wiha derket ku tu yasayek bê rêkkeftina pêşwext derbas nabe, bi tekez ew amadehiya bê minetiya Îranê li vê kombûnê da, nêrîna Ewrûpa û Amerîka ve ji bo wê helwesta wan aliyan bi aliyek ve tê guhertin ku bi dilê wan nebê û gelek jê poşman dibin. Bi taybetî jî ewê ji aliyê çavdêrên biyanî ve wenda nabê û kar li ser dikin, nadîde girtina nerazîbûna pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistane. Boykotkirina wê kombûnê ji aliyê nûnerên Krîstiyan û Turkmen û Êzdî û Ermenan ve û hevdengiya wan ya li gel PDK, ji aliyê welatên derve nîşana pirsiyara kûre li ser merama wan aliyan dirust dike û bala wê yekê dikşîne ku tenê dijî wê pêkve jiyanê jî ne ku wekî sîmayekî geşa Kurdistanê bûye sedema rakêşana piştevaniya navdewletiya gelê Kurdistane. Ewê li vir de bi serkeftî derket hem îradeya gel û hem jî PDK ye û tûreyî ya xelkê jî beranber wê serçûna wan sê hizbê li pişt da hat. Ew gileyî renge bi cîddîtir rû li wê beşa Yekîtî bê, gelo wan hemû xebat û şoreşan ji bo ewe bû li navxo û derve da wekî Komela Îslamî bê temaşekirin? Bextiyar Şaxî

Back to top button