Inanir: Divê kurd xwedî maf bin

Aktorê Nav û deng leyiztikvanê naskirî yê sînema Tirkî Kadir Înanir jî di derbarê pêvajoya siyasî ya Tirkiye de axivî û di hinek waran de dîtinên xwe ji raya giştî re eşkere kirin.
Kadir înanir di hevpeyvînek ya xwe de, xwe wek kesayetek siyasetê ve pêwendîdar dide diyarkirin û dibêje ez pêwajoya siyasî ji nêzik ve dişopînim. Ji bo vê yekê rojê 10 rojnama dixwînim. Înanir xwe wek kesayetek sosyal demokrat dide nasan din, lê ew bi xwe helwesta CHP-ê tê nagihe. Înanir dibêje divê yên guhertinê dixwazin statukoyê neparêzin.
Kadir Înanir ji berî niha ji bo pêkanîna aşitiyê û bê dengkirina çekan jî li gel hinek rewşanbîr û hûnêrmendên din banga aşitiyê kiribû. Hevpeyvîna rojnama Sabahê li gel Kadir Înanir kirî rojnemevan di derbarê çareseriya pirsa kurd jî pirsekî ji Kadir Înanir dike. Ev bersiva Kadir Înanir e:
Kadir Înanir: Ev welatek mezine , dema ev welat hatî avakirin, ew kesên mil dayîn ber mile te û we hevre ev welat avakirî, tu îro nikarî wan wek hevwelatiyên cuda yan jî ne di rêza xwe de û wan rêza duyem de bibînî. Ev yek çênabe.
Divê daxwaziyên kurda hemi bêne qebûl kirin û mafên wan bêne dayîn. Kurd dixwazin di vî welatî de em hemi bi hevre bijîn û xwedî fam bin. Eger hun pişta xwe bidin daxwaziyên kurdan û bi dare zorê hun nikarin kurda vî welatîve girê bidin, ne tiştek başe û ev siyaset sernakeve. Bila dewlet guh bide daxwaziyên kurda û pirsa kurd çareser bike.