Polîtîk

Îmzakirina du kontiraktên gelek giring

 

Duhî roja duşemiyê 06.08.2012ê li bajarê Hewlrê di merasimeke taybe de, bi amadebûna serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, kontiraktên avakirina du wêstgehên elektirkî di navbera herêma Kurdistanê û du kompaniyên Koreya Başûr, kompaniya KNOC û kompaniya Posko hatin îmza kirin.

Di merasima îmzakirinê de, Yasîn şêx Adobekir wezîrê elektirkê û Aşitî Hewramî wezîrê samanên zwezayî yên hikûmeta Kurdistanê û berprisên her du kompaniyên Koreya Başûr amade bûn û her du wêstgehên karebê bi 700 milyon dolaran tên avakirin.

Kontirakta yekem. Avakirina wêstegehekî hilm (bixar) yê berhemanîna karebê li taxê Xebat li bajarê Hewlêrê. Ev wêstgehe di qonaxa yekem de dê 300MW kareb berhembîne û dê di nava 36 mehan de timam bibe.

Kontirakta duyem: Avakirina wêstgehekî guhertina voltiye 400KV bo guhastina ceryana elektirîkê, Yekemîn care wêstgehekî bi vî awayî li herêma Kurdistanê tê avakirin û dê li devera Baziyan li Silêmaniyê bê dirustkirin û di nava 18 mehan de tê timamkirin.

Ev her du wêstgeh ji aliyê kompaniya Posko a Koreya Başûr ve ku, di warê elektirkê de kompaniyayeke taybetmend e, tên avakirin.

Weke tê zanîn li gor kontirakteke neftê ku, di sala 2008ê de di navbera wezareta samanên xwezayî a herêma Kurdistanê û kompaniya KNOC a Koreya Başûr de hatiye îmzakirin, budceya avakirina her du wêstgehên karebê ku, 700 milyon dolarin, kompaniya KNOC dide. Li gor wê girêbesta neftê di qona yekem de kompaniya KNOC li herêma Kurdistanê li neftê digere û di qonaxa duyem jî de piştgiriyê li pirojeyên binyatdanan infrastruktura herêma Kurdistanê dike. Mesrefê wan her du wêstgehên kerebê di çarçoveya qonaxa duyem a kontiraktê de ye.

Piştî îmzakirina girêbestan, di daxuyaniyekê de bo çapemeniyê Yasîn şêx Abobekir wezîrê elektirîkê yê herêma Kurdistanê got:
– Îro ji bo herêma Kurdistanê rojeke dîrokî ye. Yekem care herêma Kurdistasnê dibe xwediyê wêstgehên bi vî awayî ku, rola wan di zêdekirina berhemanîna karebê de hebe. Îro li herêma Kurdistanê 22 saetan kareb heye, lê em dixwazin hevwelatiyên Kurdistanê 24 saetan kareb hebe. Ev piroje di çarçoveya siyaseta neftê a herêma Kurdistanê bo xizmetkirina hevwlatiyan e. 

 

Back to top button