Polîtîk

IFJ: Yasaya Herêma Kurdistanê yasayekî pêşketiye

IFJ (International Federation of Journalists) Federasyona Navdewletiya Rojnamevanan yasaya bi destxistina zanyariyan ya li Herêma Kurdistanê bi yasayeke pêşketî da zanîn.

Li beyannameyek da IFJ Federasyona Navdewletiya Rojnamevanan ragihand ku yasaya destxistina zanyariya li Herêma Kurdistanê yasayekî pêşketiye û 98 xalan de bi giştî 150 xal li ser pêvera rêzbenda mafê gihîştina zanyariyê bi destaniye û bi vê yekê jî rêzbenda li nav 95 welatan de Kurdistan dibe 28.

Navenda Yasa û Demokrasiyê bi hemahengiya li gel Yekîtiya Navdewletiya Rojnamevanan yadaştekî şîrovekirina yasaya gihîştina zanyarî ya hejmara 11 ê sala 2013 ku bi vê dawiyê ji aliyê Parlemena Herêma Kurdistanê hatibû pejirandin amadekirin.

Li gor wê şîrovekirina wan dû aliyan balê dikşînin li ser wê yekê ku yasa heta radeyek pêşketiye û 98 xal li nav 150 xalan li ser pêvera rêzbenda mafê gihîştina zanyariyê bi destaniye û eve jî li nav 95 welatan Kurdistanê dixe rêza 28 an.

Back to top button