Civak

Îdiayên ku pêşmerge dê şerê PKKê bike, derew e!

Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevaniyê di derbarê îdiaya ku wan ferman girtiye ku, şerê PKKê bikin daxûyaniyek ragihand û got: Ev îdiayên bi vî awayî derewin .

Di medya civakî de hinek îdiayên derew û ne rast belav dibin. Dibêjin ku, heza pêşmergeyên zêrevanî ji bo şerê PKKê bike ferman stndiye. Ev nûçe û îdiayên bi vî awayî bi temamî sextene û tu bingehek van gotina tuneye.

Fermandariyê li ser van îdiayan daxuyaniyek belav kir û got:

“Îro di torên civakî de nûçe û belgeyên hûnandî û ji rastiyê dûr hatin belavkirin.

Li gorî van nûçe û belgeyan ferman hatiye dayîn ku hêzên di bin ferman standiye ku rûbirûyî gerîlayên PKKyê bibin.

Em ji raya giştî re radigihînin ku ev nûçe sexte ye û em naveroka wê jî red dikin.”

Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevaniyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de amaje bi êrişa Îranê ya li Hewlêrê jî da û got:

“Em bawer dikin ku vê demê belavkirina vê nûçeya sexte dirêjkirina kampanyaya xapandinê ye ku çend rojan piştî mûşekbarankirina bajarê Hewlêrê ji aliyê dilnexwazan ve dest pê kiriye.”

Back to top button