Cîhan

Îdiaya Îranê di hewla kuştina Trump de .!

Piştî hewla kuştina Serokê berê yê Amerîkayê û berbijarê Komarî Donald Trump roja Şemiyê, hat ragihandin ku polîsan duh li nêzîkî Kongreya Netewî ya Partiya Komarî ku li Milwaukee li çêbû, polisan gule berdane kesekî û kuştine. kesê hatî kuştin bi kêran êrîşê polis kiriye û polisan jî gule berdanê û ew kuştine. Ji bo fikarên ku dê her erîşê Trump bê kirin ewlehiya li dora Trump zêde kirine.

Di heman demî de hat diyarkirin ku bi îdiaya êrîşa Îranê hefta berê ewlehiya Trump hat tundkirin. Karbidestên ewlekariya netewî ragihandin ku ewlekariya Trump çend hefte berê hatiye zêdekirin piştî ku hate zanîn ku dibe Îran hewla kuştina Trump bide.

Lêbelê, rayedaran her wiha diyar kirin ku têkiliyek di navbera hewla sûîqestê ya li Pennsylvania û xetereya ku tê gotin ji Îranê tê de tune ye. Ji aliyê din ve, zêdekirina ewlehiyê li derdora Trump pirsan derdixe holê ka êrîşkarê bi navê Thomas Matthew Crooks ê 20 salî çawa karî xwe nêzî Trump bike û gulebaran bike. Piştî hewla sûîqestê hat nîqaşkirin ka qelsiyên Dezgehên ewlehiyê û îstîxbaratê hene yan na. Karbidestekî ewlekariya niştimanî got, Servîsa ewlekariyê û organîzatorên kampanyaya Trump li ser gefa Îranê agahdar bûn.

Nûnertiya Îranê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku îdiaya di derbarê Îranê de têne kirin bê bingehin û bi qest behsa van tiştan dikin.Lê Trump sûcdar e û divê were darizandin.

Trump û Wezîrê Derve yê berê Mike Pompeo gefên êrîşê ji Îranê werdigirin, nemaze piştî kuştina Fermandarê Hêza Quds a Pasdarên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî ji aliyê hêzên Amerîkî ve li Bexdayê di sala 2020 de, gefan li Trump dike.

Back to top button