Cîhan

ICG: Bêy çareserkirina pirsa kurdî cîhan aram nabe

Grûpa Kirîzên Navdewletî (International Cirisis Group)  daxûyaniyek girîng di derbarê çareserkirina pirsa kurd da weşand û diyar kir ku pirsa kurd bi şer çareser nabe û pêdivîye aliyê kurd û dewleta Turkiye bi rêya diyalogê û aştiyê pirsan çareser bikin, ji ber ku şer çi demekî nabe zimanê çareserkirina pirsgirêkan.

Rojnamevan Elî Sadun, li dor daxuyaniya International Cirisis Group (ICG) ji rojnama Evro re got ku,  li Ewrupa saziyên sivîl û civakî yên navdewletî dixwazin ku di çareserkirina pirsên neteweyî da rola xwe bilîzin û got:
– Nuha jî Grûpa Kirîzên Navdewletî (International Cirisis Group) ku saziyeka civaka sivîle û karîgeriya wê li ser desthelatên Ewrupa heye di daxûyaniyekîe nivîskî da diyar kir ku pirsgirêka kurdan li Turkiyeyê, pirsa herî mezine li cîhanê û pêdivîye ev pirs bi rêya diyalogê bihête çareserkirin û Partiya Karkerên Kurdistanê  (PKK) şerî rawestîne û beriya wê jî dewleta Turkiyeyê operasiyonên serbazî rawestîne û rê xweş bike da ku bi diyalogê û aştiyê pirsa kurdî çare bibe.

Sadun herwesa got  ku di daxûyaniya (ICG) da dihête xuya kirin ku nêzîkî 30 sale şer û pêvçûn di navbera hêzên dewleta Turkiyeyê û çekdarên kurd (PKK) da berdewam e û heta niha encamên gelek xirab jê çê bûne.  Ezmûnên li cîhanê nîşa didin ku tu hêz û aliyek yan dewletek nikare bi şer û kuştinê pirsên xwe çareser bikin. Rêya rast ya çareserkirinê diyalog û hevduqebûlkirine.

Grûpa Kirîzên Navdewletî (International Cirisis Group) di beşekî din yê daxûyaniya xwe da wê yekê jî diyar dike ku  hêz û şiyanên hikûmeta Turkiyeyê hene ku pirsa kurd çareser bike û dibêje:
–  Pêdivîye li şûna destpêkirina operasiyonên serbazî da, reform bêne encam dan,  mafên rewa yên kurdan di destûra nû da bihêne nivîsandin û gerentî kirin,  aliyê kurdî jî bi temamî dest ji çekan berdet û xwe ji rewşa şerî dûr bixe, dewlet û hikûmeta Turkiyeyê benda 10% ya helbijartinan daxîne, siyasetmedarên girtî azad bike û di zûtirîn dem da her core operasiyoneka siyasî û serbazî ya li dijî kurdan rawestîne.

Elî Sadun ew yek jî diyar kir ku saziyên mafê mirov û saziyên civaka sivîl li Ewrupa dê di meha bihêt da dest bi bizaveka nû ya berfireh bikin da ku li wan welatên ku şer û alozî lê hene navbeyniyê bikin û hewil bidin  aliyên dijber li dor masa danûstandinê bicivînin û ji bo çareserkirina her pirseke neteweyî yan pirsên civakî bi rêya danustandin û lihevkirinê rê xweş bikin.

Sadun got:
Nuha pirsa herî giring ya ku pêdivî ye di dema herî zû da bihête çareserkirin, pirsa kurd û pirsa felestîniyan e  û piraniya sazî,  rêxistin û grûpên navdewletî wê yekê didin  xuyakirin ku bê çareserkirina pirsa kurdî û pirsa Felestînê îstîqrar û aramî li cîhanê bicih nabe.

Rojevakurd/Evro

Back to top button