Cîhan

Husî: Êrîşên DYA bê bersiv namîne

Serokê Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike Abdulmelîk El Hûsî piştî êrîşan daxuyanî da û got ku êrîşên Amerîkayê wê bê bersiv nemînin.

Hûsî ji kanala televizyona “El Masîra” ya Hûsiyan re axivî û diyar kir ku ti êrîşeke Amerîkayê ya li dijî welatê wî bê bersiv namîne. Bêhna me fireh e, gelê me bi hêz e ku li hember pevçûnên mezin û dirêj li ber xwe bide.

Di vê çarçoveyê de Hûsiyan DYA û Britanya bi hewldana “welatên din bi gelê Yemenê re tevlî şer bikin” tawanbar kir û bang li welatên Asya û Ewropayê kir ku ‘guh nedin gotinên DYA’yê.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di 10ê Çileyê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku Amerîka û Britanya 18 balafirên bêmirov û 3 fuzeyên ku ji aliyê Hûsiyan ve li Yemenê avêtine Behra Sor xistine xwarê.

Back to top button