Hûnêrmendê naskiriyê Kurd Seîd Yusif koça dawî kir

Hunermendê navdar yê Kurd Seîd Yusif yê ku bi deng û tembûra xwe dinav dilê hemû Kurdan de cihek mezin heyî ji ber nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneyeka stenbolê koça dawî kir.Ev hunermendê mezin yê ku wek mîrê biziqê an jî tembûrê dihat nas kirin ev nêzîkî 3 mehan bû li stenbolê dihat dermankirin lê ji ber giraniya nexweşiya xwe jinav me bar kir.Piştî wefata mirê biziqê kesûkar û hezkirîyên wî jî li ber deriyê nexweşxaneyê kombûn. Zavayê Seîd Yusif Esed Daş ragihand koçkirina Seîd Yusif xemginiyeke mezin li nik wan peyda kiriye û wan hîç hêvî nedikirin Seîd Yusif wisa zû jinav me bar bike.Esad herwiha diyar jî kir heta roja dawiya jiyana xwe jî Seîd Yusif dest ji nivîsandina sitranên Kurdî neberda û van dawiyê de wî gelek sitranên nû nivîsandin lê ji ber nexweşiya nekarî van berheman li ser mûzîka Kurdî zêde bike.
Esed Daş-Zavayê Seîd Yûsif- got:”Ev nêzîkî 2 meh nîv bû li vê nexweşxaneyê dihat derman kirin.Wî ne difikirşî dawiya dê ev be.Me jî hîç ne difikirîn.ji bo wê ti wasiyet ji me re ne digot ,tiştek nedigot ,digot emê rabin her tişt dê baş çêbe ,digot hê gelek sitran hene ez çekim . hê jî gelek sitranên wî yên nivîsan dî hene ku wî çênekirine.wext xwe re nedît van sitranan çêke.Îro derdora saet 11 jiyana xwe ji desta da ,em gelek xemgînin bila sere me hemuyan saxbe.”
Piştî koça dawiya Seîd Yusif hezkirîyên wî jî liber nnexweşxaneyê kombûn û xemginiya xwe diyar bikin.
Fîraz-Hevalê Kurê Seîd Yusif- got:”Em hemû xemgîn bûn Seîd Yusif kesekê mezin bû ji kîsî me hemuyan çû.Ez weke hevalê kurê Seîd Yusif em hemû bi mûzîka wî mezin bûn. Kes nîne li mûzîka wî guhdarî nekiribe .Em li herderan wî guhdar dikin.ev nêzîkî 3 meh bû liv ê nexweşxaneyê bû em jî şiklekê me pirsa rewşa wî dikir.heta vê saetê.
Hunermendê mezin Seîd Yûsif Sala 1947 li bajarê Qamişloyê tê dinê û ev nêzîkî 50 salin li ser mûzîka Kurdî berheman çêdike û wî gelek sitranên navdar yên wek Yan Kurdistan yan neman,Newroz û Kurdistan pir şirînê bi denge xwe zelal peşkeş kiriye. Piştî koça dawî kesûkarên mîrê biziqê diyar dikin Seîd Yusîf herdem ji Qamişloyê gelekî hezdikir lewma ew dixwazin piştî karûbarên fermî cenazeye vî hunermendê mezin pispêrîn axa Qamişloka Evînê.