Hevpeyvîn

Hunermend ji tirsa PKK’ê beşdarî TRT6 nabin

Hunermendê Kurd Brîndar dibêje ku hunermendên tevlî programên TRT6 nabin û wê baş nabînin, alîgirên PKK’ê ne yan jî ji tirsa wê tevlî programên wê nabin.

Birîndar, yek ji hunermendên dengxweş û diyar ê Bakurê Kurdistanê ye. Di sala 1964’an de li bjarê Nisêbînê yê Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1977’an de dest bi karên hunerî kiriye û yekemîn berhema wî ya hunerî sala 1978’an hatiye belavkirin û 7 berhemên wî yên stranan hene û vê dawiyê careke din dest bi karên hunerî kiriye. Herwiha 2 romanên wî hene. Di vê hevpeyvînê de Brîndar bersiva çend pirsên rojnameya Basê dide:

Ji ber çi çend salên dûr û dirêj in tu berhemên we nînin?

Brîndar: Sedem aborî ye, ji ber eger rewşa mirov a aborî baş be, wê demê pêşkêşkirina berheman gelek hêsan dibe, lê dema aborî qels be, hunermend nikare berhemên baş pêşkêş bike. Lewra piştî 7 berhemên hunerî, rewşa min a aborî ne baş bû û ez neçar bûm dûr bikevim ji bo ku ez berhemên qels pêşkêş nekim.

Gelek hunermendên Bakur ne amade ne tevlî programên TRT6 bibin, lê tu tevlî programên wê bûyî, sedem çi bû?

Brîndar: Ziman nasname ye, mirov bi zimanê xwe tê naskirin, lewra her kes û her aliyekî siyasî û her dewletek li zimanê Kurdî xwedî derkeve ezê piştgiriyê bikim. Li Tirkiyê rojeke dîrokî hat tomarkirin, cara yekê bû televizyonek bi zimanê Kurdî hat vekirin, lewra min piştgiriya TRT6 kir û ez gelek dilşad bûm. Ji bo min pirsgirêk tune ye ku ev televizyona dewlet û aliyên siyasî yê Tirkiyê ye, ji bo min tiştekî pîroze ku bi zimanê dayikê weşanê dike. Hunermendên tevlî programên vê televizyonê nabin û wê baş nabînin, alîgirên PKKê ne yan jî ji tirsa PKKê tevlî programên wê nabin. Wate mesele siyasî ye.

Ji ber çi hun dibêjin mesele siyasî ye?

Brîndar: Ew TRT6 wek alterantîfê xwe dibînin û dibêjin ziman hebûn e û ziman nasname ye. Li aliyê din jî li dijî zimanê Kurdî disekinin, ev jî ji ber ew televizyon ne ya wan e û ne di bin dest û xizmeta wan de ye, lewra li dijî derdikevin. Herwiha nabe em radyoya Bexdayê û radyoya Yerîvanê ji bîr bikin ku xizmeteke mezin dane muzîk û zimanê Kurdî û bi rêya wan muzîka Kurdî li dinyayê belav bûye, lewma TRT6 tu cudahiyeke wê digel van radyoyan tune ye.

Ev çend salin tu dûrî welatî, kengî tê vegere Bakurê Kurdistanê?

Brîndar: 34 sal e li Ewropayê dijîm ji ber ku ez hatibûm cezakirin û min nedikarî vegerim, lê îro ez dikarim vegerim û çend caran jî ez hatime Bakurê Kurdistanê.

Tu nivîskarî û berhemên te jî hene, tu dikarî di vî warî de ji me re biaxife?

Brîndar: Du romanên min hene û ew jî Soro û Xanê ne, her du roman di salên 1982-1984 li Almanyayê hatine belavkirin.

Hun û gelek hunermendên din hatin jibîrkirin, ji ber çi?

Brîndar: Hunermendên ku di serdema me de gelekî xizmeta hunera Kurdî kirine hatine jibîrkirin, ji ber ku heta niha jî dezgehên neteweyî yên ku li hunermendan xwedî derkevin nehatine damezrandin, lewma hunermendên Kurd bê xwedî mane. Bi baweriya min eger dezgeh hunermendan ji bîr nekin, dîrok dê wan ji bîr neke.

Hejar Memûzînî (BasNews)

Back to top button