Nivîsar

Hun ka dizanin pirsgirêka kurd çi ye

Ez bawer dikim pirê kesan nizane pirsgirêka Kurd çi ye, çi nîne. Ji ber vî qasî ye ku carnan serokwezîr dibêje: “Pirsgirêka Kurd nîne, pirsgirêkên hemwelatiyên Kurd hene!” Carna BDP û hin rewşenbîrên Kurd jî, pirsgirêkê, wek pirsgirêkek demokrasî yan çandî, ya jî weka binpêkirina mafê mirovan dibînin. Lewma hinek kes, bi heqdarî dibêjin: Madem wisa ye çi pêwist e keç û xortên Kurd, li serê çiya birizin an jî bên kuştin. Halbikî lazim e Kurd, helwesta xwe net bikin. Ya jî, daxwaziyên xwe zelal bikin.

An na, hinek daxuyaniyan bidin,  bibêjin pirsgirêka me, bi ala û marşê re tune ye, hin bibêjin pirsgirêka me, bi sînor û zimanê fermî re tune ye, hinek jî bibêjin dewleta unîter ji bo me ne pirsgirêk e. Wê demê, serokwezîr heqdar e ku dibêje pirsgirêka Kurd nîn e. Ez bawer dikim Kurdên me li gorî xwe qaşo siyasî tevdigerin, halbikî hemberên wan, di warê siyasî de tev teqawud bûne. Ger Kurd, wisa, ne net bin, wê tim bibin listikên hemberên xwe.

Ji ber vî qasî ye ku hevdîtinên ku bi Kurdan re jî çêdikin, ne bi destê siyasetê,  bi destê îstîxbaratê tên avakirin. Çima? Çimkî, dema ku siyaset be, siyaset, dibe mûxatab; lê îstîxbarat be, îstîxbarat, dibe xap û dek û dolab. Dewlet naxwaze Kurdan muxatap qebûl bike. -Gerçî hevdîtinên bi kesên dîl û girtî re, çiqas bijûn (saxlem) e ew jî tê gengeşekirin. Mirovên ku vîna wî ya azad tunebe, wê çiqas hukmê wî pere bike.- Ji daxuyaniyên serokwezîr, tê fêm kirin ku ev pêvajoya  muzakereyê, wê li ser xêrê bi dawî nebe. Gelo, niyeta hukumetê çareserkirina pirsgirêka Kurd e, yan qedandina PKK’ê ye,  ev qet ne diyar e. Heke çareserkirina pirsgirêka Kurd be, ev ne mimkun e; çimkî li gorî serokwezîr tiştek wisa tune ye. Ma çi? Ma PKK. Belê rast e.  Muxatabê PKK’ê, ancax PKK’ye.

Gelo PKK xwe ji pirsgirêka Kurd cuda dibîne? Na. Vê car ji PKK’ê re dibêjin: Dev ji çekên xwe berdin û  biteqizin terka welatê me bikin. Di vir de, em dikarin çeyiyekê bi we bikin. Em ê weka dora din, îxanetê bi we re nekin û di dema terkirinê de, em ê we nekujin. Ji  we û serokê we re jî ef tune ye. Wa ye me televîzyonek 42 ekran daye wî. Û carna dikare derkeve hewşê û volta bavêje. Wa ye we digot: “Em di mehkemeyan de dixwazin parastina xwe bi zimanê xwe bikin”. Dema ku pereyê we hebe ya jî pereyê we çêbû, hûn dikarin zimanê xwe bi heqê xwe xeberdin. Yanê hûnê li gorî pereyên xwe, xwe îfade bikin. Gotinek Tirkan heye dibêjin “hatina pençşemê ji çarşemiyê tê fêmkirin”. Bi rastî, ji ber ku yên zirarê tim kurd in. Kurd bi hevdîtinên Ocalan re jî razîne. Wa ye ew jî çê nabe. Birêz serokwezîr dibêje heyeta ku bi Ocalan re hevdîtinê çê bike, gere ez bi ecibînim.

Li gorî wî, yên terorîst hembêz kiribin ew nabin, Ahmet Turk baş bû, wî jî, di dawiyê de ters axivî, ew jî nabe. Ka di DBT’ de em merivên bêsabiqe ji ku bînin. Xwedê neke ev heyeta kû here, ew jî Ocalan hembêz bikin. Wê çawa be. Ocalan jî serokê terorîsta! ye. Ka siyasetek wisa qeşmer, siyasetek wisa ji samîmiyetê û cidiyetê dûr çawa wê bibe çare û derman. PKK jî bi heqdarî  dibêje, gelo encama min nebe weka wî mirovên kû ji ber bêkarî û birçîbûnê çû ye ser bînayekê di destê wî de çek û kêr heye û ji rayedaran îş û kar dixwaze der û dora xwe tehdît dike. Rayedar jî sozê îş û kar û pereyan didine wî û dibêjin “bes tû çeka xwe dayne û zirar nede kesî. Ew jî  bawer dike û teslîm dibe polîs jî wî dibe qerekolê û ji ber çek û tehdîtê, mehkeme wî hefsdike.

Li gorî min, her çiqas di nav AKP’ ê de, tereftarê çareseriyê hebin ji,lê projeyek AKP’ê a ji bo çareserkirina doza Kurd nîne. AKP li gorî bertekên(reaksiyonên) rayagiştî tevdigere. Çimkî derheqên Kurdan de bûyerek çê dibe, pirê caran çareser nake, xwe disêwîxîne(digêzirîne). Weka 34 kuştiyên Roboskiyê.  AKP “ êvarê qûç dike serê sibê pûç dike”.  AKP cûdayetiyek wê ji partiyên din heye. Partiyên din Kurd, ya dikuştin ya jî winda dikirin, lê AKP Kurdan winda nake û nakuje Kurdan hefs dike.

Wan û malbatên wan bi hev re mexdûr dike. bi rê ya hefsan wan qaşo terbiye dike. Çawa kû Siltan Evdilhemîd jî weka ecdadê xwe kes nedikûşt. Lê pirê kesan mişext dikire. Rêbazên AKP’ê jî, ji partiyên din cudane. Lê em dikarin eviya jî bibêjin, AKP di warê gelek mijaran de bi partî û hukumetên din re nayê qiyaskirin.Yanê xizmetên wê zêdetir e.

Meseleyek kurmancî heye dibêje  “Başê mala Başo dîsa Başo’ye” ez hêvîdarim ger ku pirsgirêka Kurd çareser bibe wê ancax dîsa bi destê AKP’ê bibe. Bes Kurd pirsgirêka Kurd bi AKP’ê bide qabûl kirin. Kurd di daxwazên xwe de jî, divê ku net bin û zelal bin. An na Dewleta Tirk, heta ji destê wê were mafê Kurdan ê rastîn nade yê.  Ji ber vî qasî lazim e kû Kurd, deng û rengê xwe têxin yek, ancax bi vî awa yî, wê biserbikevin.

Dewlet dizane, lê Kurd jî bila zanibin kû pirsgirêka Kurd ne tenê  ziman e ya jî guhertina navê gund û bajaran e. Bila zanibin pirsgirêka Kurd; pirsgirêkek netewi ye, oli ye,çandî û huneri ye,abori ye, bi taybet siyasi ye, bi Kurdasî jiyanek bi Kurdiye fîl welat’ul  Kurdîstaniyye.
XULASEYÊ KELAM, WESSELAM
   
12.02.2013

Ziyaeddîn EMBARÎ

Back to top button