Hukumeta Kurdistanê civiya
Li Hewlêrê bi Serokatiya Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî civata Wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê civiya.
Di destpêka civînê de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê cejna newrozê li wezîrên kabîneya xwe pîroz kir û pişt re bi awayekî kurt behsa serdana xwe ya ji bo Almanyayê û hevdîtinên xwe yên bi Rayedarên Almanyayê re kir.
Serokwzîrê Kurdistanê eşkere kir ku, armanc ji vê serdana han beşdarî kirin di konferanseke taybetî ya di derbarê enerjî de bû û di vê çarçoweyê de jî bi Şewirmenda Almaniyayê Angela Merkel re civiyan û diyarir ku, Hukumeta Almanyayê piştgîriya siyaseta petrolê ya Hikûmeta Kurdistanê dike.
Serokwezîrê Kurdistanê anî ziman ku, di vê hevdîtinê de em weke Hikûmeta Kurdistanê amadebûna xwe bo dabîn kirina enerjiya pêwîst bo Ewrûpayê diyar kiriye.
Li hember de jî Şewirmenda Almaniyayê behsa vê yekê kiriye ku, vê hana kompaniyên Almanî bide daku, werin li Kurdistanê de dest bi karên hilbirîna petrol û gazê bikin.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê behsa serdana xwe ya ji bo Tirkiyeyê jî kir û ragihand ku, di vê serdana han de li gel Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdoxan de qonaxa aştî û hewldanên heyî yên ji bo çareser kirina kêşeya Kurd nirxandin û me careke din tekez li ser helwesta Hikûmeta Kurdistanê ya ji bo piştgîrî kirin ji prosesa aştî û çareser kirina aştiyane a doza Kurd kir.
Di derbarê hevkarî û peymanên heyî yên di derbarê enerjî de yên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de jî tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, her cure peymanek di vê warî de pêwîste di çarçoweya destûra bingehîn ya Îraqê de be.
Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de behsa serdana xwe ya bo navenda BDP û KCDê jî kir û ragihand ku, Berpirsên KCD û BDPê li hember hewldanên Hikûmeta Kurdistanê û piştgîrî kirina Hikûmeta Kurdistanê ji qonaxa aştî û çareseriya aştiyane a doza Kurd gelek kêfxweşin û daxwaz ji Hikûmet û Serokatiya Kurdistanê kirin ku, bi berdewamî bo serxistina prosesa han hevkariya her du aliyan bikin.