Hukumeta Kurdistanê biryarên Parlementoya Iraqê qebul nake
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya û piştî gotûbêjkirina helwest û gefên Iraqê û biryarên Bexdayê yên li dijî Kurdistanê, ew biryar bi temamî red kirin.Di daxuyaniyekê de ku piştî bi dawî hatina civînê hatiye belavkirin, Encumena Wezîran destxweşî û pîrozbahiya serkevtina referandumê li gelê Kurdistanê kir, ku di proseyeke demorkatîk û şaristanî de xwasteka xwe bo cîhanê nîşan da û tekez kir, ku proseya referandumê li gel Destûra Iraqê û yasayên navdewletî digunce.Herwiha Encumena Wezîan tekez kir, ku bo qonaxa dahatî û çareserkirina hemû pirsgirêkan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo gotûbêj û danûstandinan amade ye.Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê bandora referandumê li ser welatên cîran û derdorê de jî dibêje: “Encumena Wezîran, welatên cîran û deverê piştrast dike ku referanduma Herêma Kurdistanê bi ti şêweyekê gef nîne bo ser asayişa netewî ya ti welatekê û çawan ku di zêdetir ji 25 salên bihorî de îsbat kiriye, ku gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim cihê aramî û îstiqrara deverê bûye, dê herdem jî bi vî awayî bimîne, tekezî li ser pabendbûna xwe jî bi berdewamiya pêwendiyên li gel welatên cîran û deverê û cîhanê li ser bingeha rêzgirtina li hevdu û berjewendiya hevbeş kir.”Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi biryarên hikûmet û parlamentoya Iraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê hatiye kirin û ew biryarên Bexdayê weke cezakirina bi kom a gelê Kurdistanê hatiye binavkirin û zêdebarî bi nedestûrî û neyasayî naskirina wan biryaran, tevahiya wan biryarên li dijî Kurdistanê hatine redkirin.Encumena Wezîran di vê bareyê de wiha dibêje:“Encumena Wezîran tevahiya wan biryaran red kir, ku duh ji aliyê parlamento û hikûmeta Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê derketin û ew biryar weke ceakirina bi kom a gelê Kurdistanê da naskirin, tekez jî kir, ku ew biryar nedestûrî û neyasayî ne û dîrek rengvedana vê hizirkirinê û vê lojîkê ne ku di bingeh de Herêma Kurdistanê metirsî û pirsgirêk li gel vê hizirkirinê û lojîkê de heye û bi ti şêweyekê hevbeşî qebûl nekiriye û amade nebûye mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bide. Zêdebarî vê yekê jî Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê tekez kir, ku Herêma Kurdistanê amade ye li gel Iraqê bikeve danûstandin û gotûbêjê bo çareserkirina arîşeyan. Di heman demê de encumenê tekezî li ser wê jî kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkarên yasayî bo îtîrazkirina li ser nedestûrîbûn û neyasayîbûna wan biryaran bi kar tîne.”