Hukumet di warê ekonomî de reforma dike
Di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê civata wezîran civiya û çend biryarên giring di warê baştirkirina rewşa êkonomî de dan.Di destpêka civînê de, serokwezîr got ku herêma Kurdistanê di kirîzeke êkonomî ya dijwar û giran de ye, ew kirîz gihiştiye astekê ku êdî hikûmeta herêma Kurdistanê neçare hindek biryarên biwêrane bide û bi her awayî ji bona zêdekirina dahatiniyê û kêmkirina xerciyan bixebite daku bikaribe pêşiyê li wê kirîza heye bigire û bernameya reformên êkonomî ku demeke dirêje hikûmet kar jê re dike bi cî bike:- Ji bona rûbirûbûna kirîza êkonomî me pêwîstî bi wê yekê heye ku, gişt desihiladarên herêma Kurdistan û tevaya pêkhate û aliyên siyasî jî berpirsiyariyê bigirin ser xwe û em hemû bi hev re rûbirûyê kirîzê bibin û vê qonaxê derbas bikin.Di civînê de, cîgirê serokwezîr behsa sedemên serhildana kirîza êkonomî kir û got ku, gelek sedemên cuda hene û hemû bi hev re tesîreke xerap li ser rewşa êkonomî li herêma Kurdistanê hebû weke; birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve, nizimbûna buhayê neftê, şerê dijî DAÎŞê, hatina hijmareke zêde ya penaber û koçberan bo herêma Kurdistanê û çend hokarên din.Civîna civata wezîran ji bona rûbirûbûna kirîza êkonomî ev biryarên li jêr dan ku hemû dê di destpêka sala 2016ê bikevin warê piraktîkê de:1. Dermaleya postên serokê herêma Kurdistanê û cîgirê wî, serokwezîr û cîgirê wî, hemû wezîran û yên bi dereceya posteya wan in, yên mûçeyên wezîr û wekîlwezaret werdigirin û yên bi dereceya wezîfeya wan in, şêwiretmend û xwediyên postên taybet li gişt saziyên herêma Kurdistanê, serok, cîgir û endamên civata dadweriyê û dadgeha temîzê û dadweran û endamên dozgeriya giştî ji 50% tê kêmkirin û tu awayên dermaleyên din jê re nayê xeric kirin.2. Dermaleya taybet ya postên serokê parlamentoyê, cîgirê wî û sekreter û endamên parlamentoya Kurdistanê bi rêjeya 100% tên ragirtina.3. Dermaleya taybet ya postên rêvebirên giştî û yên di wê dereceta de bin û yên mûçe û dermaleya rêvebirên giştî werdigirin bi rêjeya 30% tê kêmkirin.4. Pêwîste mûçeyê teqawîdên derece bilind û taybet û mûçeyê wan jî yên piştî derketina vê biryarê tên teqawîdkirin bi heman rêje bên rêxistinkirin û ragirtina dermaleya wan di dema destnîşankirina mûçeya wan ya teqawîdê û bi awayê paşkevt jê re bê tomar kirin heta qanûneke nû ji bo reorganîzekirina miaşê teqawîdan bê derkirin.5. Tev ew dermaleyên bi xwediyê postên taybet û rêvebirêb giştî û serokên yekîneyên îdarî weke; walî û cîgirê walî, qaymeqam û rêvebirê nahîye li ser mîlakê tev wezaretan û saziyên herêma Kurdistanê tê ragirtin û bi tenê mûşeyê esasî yê wan wezîfeyan tê xeric kirin.6. Karkirin bi her du qanûnên xizmeta şaristanî û qanûna mûçeyê karmendên dewletê û sektora gişrî yên taybet bi mercên bilindkirina derceya wezîfeya karmendan ji 01.10.2016 heta pesindkirina budceya giştiya herêma Kurdistanê a sala 2016ê.7. Komkirina zaniyariyan li ser wan kesên mifadarin ji wergirtina mûçeyên taybet, hevakriyên çavdêriya civakî û bîmeyê û dabeşkirina wan li gor çîn û katagoriyên cuda û destnîşankirina wî pereyê cuda ku weke hevkariya çavdariya malbatê û kêmendam werdigirin, û ew zaniyarî digel pêşniyarên pêwîst li dor reorganîzekirina vê pirsê bi komîteya balaya darayî bidin bi şertê ku pêşniyar û rênîşander şert û pîvanên pêwîst li xwe bigirin.8. Pêkanîna komîteyekê ji bona ku, pêşîneya tev wezaret û saziyên herêma Kurdistanê, bi liberçavgirtina rewşa awaretya êkonomî û sînordariya çavkaniyên dahatiniyê, di berçavan re derbas bike. Paşî ew komîte bi raportekê komîteya balaya darayî ji pêşniyarên xwe agadar bike, bi liberçavgirtina siruştê kar û çalakiyên ew wezaret û saziyên ku xizmetên asayîş, parastin, saxlemî, kareba û şaredarî pêşkeş dikin. Ew komîteye divê xişteyekî, tablo, amade bike ku pêşîneyên berê û yên piştî lêkolînê beçav bike.9. Pêkanîna komîteyekê ji bona reforman di struktura hikûmeta herêma Kurdistanê û pêkhateya civata wezîran, wezaret û saziyên hikûmetê bi berçavgirtina rewşa êkonomî ya herêma Kurdistanê û bercestekirina kêmkirina saziyên giştî li herêma Kurdistanê û kêmkiirna xerciyan û ew komîteye bi raportekê têbînî, dîtin û pêşniyarên xwe bide komîteya balaya darayî.10. Ragirtina xerickirina kirêya kareb, generator û xizmetgozariyên mehane ji budceya giştî ji bo tev ew postên bala ku di avahî û xaniyên taybet de akincî ne, li gişt saziyên herêma Kurdistanê bê cudahî, piştî 01.10.2016 mesref hemû dikeve ser yên akincî di wan xanî û avahiyan de bi xwe.11. Ragirtina karkirin bi rênîşanderên darayî yên wezareta darayî û aborî yên taybet bi cîbicîkirina madeya 13 ji qanûna mûçeya karmendên dewletê û sektora giştî, jimare 22 a sala 2008ê taybet bi desthilatên bexşîna dermaleya metirsiyê ji aliyê wezîr û serokên aliyên negirêdayî bi wezaretan û bi tenê serokatiya civta wezîran wan desthilatan piyade dike.