Polîtîk

HUDA PAR: Em hevrik in, ne dijmin in!

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Bedlîsê axivî û bertekên tund nîşanî rexneyên Hevseroka Giştî ya DEMê Tülay Hatimogullari da.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû Bedlîsê. Yapicioglu piştî serdana esnafan bi endamên çapemeniyê re hat cem hev.

‘Zimanê provokatîf bikar tînin’

Yapicioglu li ser rexneyên Hevseroka Giştî ya DEMê Tûlay Hatîmogullari weha got: “Berî hilbijartinê dest bi zimanekî tund, pir kirêt û provokatîf li partiya me kirin. Daxwaza me û ya ku me rasterast di têkiliya bi gel re dît ev e; Hêvîdarim vê carê miletê me qîmetê nede wan kesên ku vî zimanê neyinî û qirêj bi kar tînin û bersiva ku heq dikin bidin wan”.

‘Hedefa hevserokatiya kotayê HUDA PAR e’ Yapicioglu, da zanîn ku bi rêya HUDA PARê hewl didin lîztikekê saz bikin û weha dewam kir:

“Kesên ku ji hebûna me ya li Meclîsê bêzar dibin hene. Ji ber ku ji ketina me ya hilbijartinê aciz in. Em di nerehetiya wan de tu zirarê nabînin. Em tu carî destûrê nadin ku hûn milet bêzar bikin û bi hin fêlbaziyên xwe milet bêzar bikin. Bi hêviya ku emê dîsa wek berê lîztik û fesadiya we têk bibin. HUDA PAR di hedefa faşîstên nîjadperest de ye. HUDA PAR bû hedefa hevserokatiya kotaya partiya projeya MÎTê ya ku bi paraşûtê daket (Hatimogullari). Ev hemû amûrên rengên cuda yên emperyalîzma sîyonîst a cîhanî ne. Lê em hêvîdar in ku tevî axavtinên wan ên gemar, dijminane, kirêt û nakok jî emê bi hest û bi israr tovên biratiyê, tovên aştiyê û tovên qenciyê biçînin”.

‘Em beşdarî hilbijartinê dibin, em ne dijmin in’

Yapicioglu, anî zimên ku divê siyasetmedar li zimanê xwe miqate bin û weha got: “Li pêşiya me hilbijartinek heye. Em diçin hilbijartinan, em naçin şer. Ji ber vê yekê jî divê her kes bala xwe bide zimanê ku bikar tîne. Partiyên siyasî hevrikên hev ên siyasî ne, ne dijminên hev in”.

Back to top button