HSD:Siyaseta me parastina yekparçeya axa Surî ye. Em amadene li gel Tirkiye bicivin
Li rojavayê Kurdistanê aligirên PKK/PYDê kaşo “12emîn salvegera Şoreşa xwe” pirozkirin.
Fermandarê HSDyê Mazlûm Ebdî jî bi rêya vîdeoyekê ” salvegera Şoreşê ” pîroz kir.
Mazlûm Ebdî di axaftina xwe de behsa çend xalan kir û weha got:
- Em amade ne di çarçevê çareserkirina pirsgirêkan de bi hemû aliyan re gotûbêjan bikin.
- Bi rêya çareseriya siyasî pirsgirêka Sûriyeyê dê bê çareserkirin.
- Em dê berdewam bikin li ser siyaseta xwe ya li hemberî yekparçeya xaka Sûriyeyê.
- Em amade ne dest bi danûstandinê li gel her aliyekê bikin di nava wan de Tirkiye jî.
Ji her tiştekî gelekî balkêşe ku, Mazlêm Ebdî ji bo çi bi xwe tevlî pîrozbahiya salvegera “şoreşê” nebû, bi rêya vîdeoyê pîrozbahiyê dike û axavtina xwe dike. Ebdî ji tirsa ku PKK li himberî wî komployekî bike newêre bikeve di nava xelkê û tevbigere.
Ebdî derewa dike, dema ku dibêje; Em amade ne di çarçevê çareserkirina pirsgirêkan de bi hemû aliyan re gotûbêjan bikin.Madem tu amadeyî, ji bo çi heta wek vê gavê hun nikarin li gel ENKSê û partiyên di nava ENKSê de hevdîtina bikin û ji bo yekitiyekî gavê bavêjin. Ji ber ku biryar ne ya teye û biryar a Qendîle. Tu bi xwe jî xwe li himber Qendil di baregehên Amerika de diparêzî. Tu newêrî rastiya heyî bêjî.
Gotina herî rast ku Ebdî dibêje eve: Em dê berdewam bikin li ser siyaseta xwe ya li hemberî yekparçeya xaka Sûriyeyê. Raste hun di bingehê xwe du tiştin, hun paramiliterên Amerikayêne û parezvanên yekitiya axa Suriyene. Ji bo vê jî we navê Kurdistanê guhert û Ala Pîroz a Kurdistanê qedexe kir. Çekdarên te bi xwe jî wek faşîstên artêşa tirk sivikahî li Ala Kurdistanê dikin. Heta hun vê siyasetê rêvebibin , dê dawiya we cehşitiya rejima Esad be.
Ebdî dibêje ku, ew amadene dayin standinê li gel Tirkiye bikin. Hun her demî amadebûn ku, pêwendiya li gel Tirkiye bikin, Muslim saleh gelek çêyin hatina Enqere kir û li gel MIT a Tirkiye civiya. Lê tu cara Tirkiye hun ji asta îstixbarîyê derbas nekirin. Ji aliyek din gelo dema hun li gel Tirkiye pêwendiyekî deynin hun “Xiyanetê” dikin? Qendil herkesê ku,(ji bilî xwe) pêwendiyê bi Tirkiyere dike bi “xiyanetê” itham dike.
Gotin hesaniye lê kirin zehmete.
Nêrîn/Şirove