Civak

HSDê hêzên xwe şûnve kişandine

Fermandarê HSDê Xelîl Xelfo ji ajansên nêzîkî HSDê re daye xûyakirin ku, wan hêzên xwe 5 kilometreyî ji devera sinor ku wek Herêma Aram tê navkirin,  şûnve vekişandine. Xelfo dibêje ku wan li gora li hevhatina Amerika û Tirkiyeyê hêzên xwe ji sinorê Tirkiye 5 kilometreyî dûr xistine û bingehên xwe yên li devera sinor radestî hêzên parastina sinor kirine.

Herêma Aram gava destpêkê li ser sinor  ji Grê Sipî heta Serêkaniyê digre berxwe. Li vê deverê HSD hêzên xwe vekişandine û hêzên Amerika û Tirkiye li herêmê tevdigerin.

Tirkiye û Amerîkayê 7ê Tebaxê ragihandin ku di encama danûstandinên rayedarên leşkerî yên herdu welatan de, herdu alî bi hev re li ser avakirina herêma aram lihevkiribûn û dest bi dewriyeyên serbazî kiribûn.

Back to top button