Polîtîk
HSD doza hêza berevaniya hewayî li Amerîkayê kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji ber zêdebûna êrîşên vê dawiyê ji DYA daxwaza xurtkirina berevaniya hewayî kir. Fermandarê Giştî yê QSD Mazlûm Ebdî diyar kir ku li Rojava pêwîstiya wan bi “derfetên teknîkî û xurtkirina pergalên paraztina hewayî” heye.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku Amerîka li Sûriyê wê wek hevpeymanê herî girîng dibîne, daxwaz ji Amerîka kir ku piştevaniya xwe ya berevaniya ezmanî zêdetir bike. HSD roja Duşemê ragihand ku 6 şervanên wan di êrîşeke balafirên bêmirov de hatin kujtin û komên alîgirên Îranê ji êrîşê berpirsyar girtin.
Fermandarê Giştî yê HSD Mazlûm Ebdî êrîşên komên ser bi Îranê ve wek pêşketinek xeternak nirxand û got ku pêwîstiya wan bi hêza teknîkî û xurtkirina pergalên paraztina hewayî li Rojava heye.