Li Rojavayê Kurdistanê devera Amûdê dronek a artêşa Tirkiyeyê êrişî şekdarên HSDê kir û di encamê de 4 çekdara jiyana xwe ji dest da.
Ragihandinê HSDê da xûyakirin ku, di demjimêr 19.00an de droneke Tirkiyeyê gundê Xirbê Xwê yê bajarokê Amûdê yê Cizîrê bombebaran kiriye.
Li gorî daxuyaniya HSDê, di encama bombebarana gundê Xirbê Xwê de 4 çekdaran jiyana xwe ji dest dane.
Hêzên Ewlekariya Navxwe ya Rêveberiya Xweser roja pêncşemê ragihandibû ku li navçeya Til Merûfê ya Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê di êrişeke dronî ya ser 2 otomobîlan de 3 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.