Hovitiya DAÎŞê
DAÎŞê pilotê Urdûnî Muaz Safi el-Kesasib bi awayek hovîtî kirin rikehek hêsin de û agir berdanê şewitandin. Kuştinek hole hovîtî nehatiye dîtin.
Li himber vê yekê gelê Urdinî ket kolanan û xwepêşandan kirin. Li Himber vê hovitiya DAÎŞê hukumeta Urdunîjî du militanên DAÎŞê vê sibehê darvekirin.
Herweha balefirên Urdunî vê sibehê devera Musilê bi giranî bombebaran kirin. DAÎŞ bi hovitiya xwe berdewam dike û roj bi roj eniya li himber DAÎŞê jî bi hêztir dibe.
Tê zanîn ku şerê herî mezin li Kurdistana Başûr li dijê teroristên DAÎŞê pêşmergeyên Kurdistanê dikin. Lê mixabin li himber gotin û peyamên siyasî pişgiriya pêwist di aliyê leşkerî de ji bo pêşmerge nayê kirin. Hêja Bexda astenga herî mezine ji bi çekên giran bikeve destê pêşmergeyên Kurdistanê de.
Rojavayê Kurdistanê li herêma Kobanê bi piştevaniya hêzên pêşmerge YPG şerê DAÎŞê dike.
Di rastiya xwe de tenê kurdan singa xwe rû bi rî dane DAÎŞê û şerê wan dike. Heta cîhan vî ratiyê nebîne û peyamên siyasî têne dayin nekevin jiyanê de, wê teroristên DAÎŞê tehditekebe li ser mirovatiyê.