Polîtîk

Hovitî: Dayîkek û 4 zarokên xwe hatin kuştin

Li Girtîgeha Girtî ya Mêrdînê, di dema serdanê de bi ser komeke ku hatibû serdanê gule hatin reşandin û di encam de dayikek û 4 zarokên xwe hatin qetilkirin.
Li gor hatine bidest xistin, bûyer li ber Girtîgeha  Girt îya Tipa E ya  Mêrdînê li taxa Kotekê qewimî. Di  encam gulebarankirinê de dayîkek  û 4 zarokên xwe ku ji Diyarbekirê hatibû ji bo serdana hevserê xwe li Mêrdînê rastî êrişa çekdarî hatin.

Di dencam de dayîk û 4  zarokan canê xwe ji dest da. Hat zanîn ku yek ji zarokekî bi navê Mirza Îpekê 7 salî û Emîne Îpeka 24 salî ye. Navê 3’ê kesên din ne hat zanîn.

Hat ragehandin ku kesên bûyer pêkanîne du kes in û ji dur ve bi çekên luleyên wan dirêj êrîş kirine. Piştî bûyerê cenazeyê dayîk û 4 zarokan ji aliyê dozger ve hat lêkolînkirin û şandin  Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Back to top button