Hoşyar Zêbarî: Bexda dê budçeya Herêmê bişîne
Hoşyar Zêbarî Wezîrê Darayî ya Iraqê ragihand, li çend rojên pêş de, Hikumeta Federal beşek ji budçeyê dê bişîne Herêma Kurdistanê. Eve jî retkir ku rêkkeftina neftê ya di navbera Bexda û Herêmê hilnaweşê.
Zêbarî li hevpeyvîneke li gel ajansa Routers ragihand: Paşketina şandina pereyê mehane ya ji aliyê Bexda ve bo Herêma Kurdistanê li beranber şandina nefta Herêmê, ji bo tengasiyên darayî ve vedigerê neku ji bo fakterên siyasî.
Wezîrê Darayî ya Iraqê, tekez li ser pabendbûna Herêmê û Bexdayê kir ku bi peymana di navbera wan û eve jî redkir zanyarî di derbarê wê bire pareyê bide ku li çend rojên pêş da, ji aliyê Hikumeta Federal ve dişînin Herêma Kurdistanê.
Li gor nêrîna Hoşyar Zêbarî Wezîrê Darayî ya Iraqê sedemê kêmbûna pereyên kaş li cem Hikumeta Federal li ser xerapî ya birêvebirina darayî giştî ve vegerand. Peymana neftî ya di navbera Herêm û Bexda jî bi kolekeyekî ya serekî ya peywendiya di navbera her dû aliyan wesifkir.