Hollande: Emê hevkariya serbazî zêdetir bikin(video)
Piştî hevdîtina serokê Fransa Hollande û serokê Kurdistanê Barzanî civinek çapeniyê hate li darxistin.
Di civîna çapeniyê de serokê Kurdistanê Mesud Barzanî got: Hevkariya Fransa badndorekî erênî li gelê Kurdistanê û Pêşmergeyan kir.Alikariya Fransa ya leşkerî di şkinandina DAÎŞê de rolek mezin leyizt. Em şerê li himber terorîstan girîng dibînin. Ji bo gelê ku reviyanê û koçber bûne bikaribin cardin vegerin cihê xwe, divê em vê rêxistinê têk bibin.
Berdewambûna axavtina xwe de Barzanî got: Hevkariya Fransa û welatên dinhêz guhert, Peşmerge roj bi roj serdikeve. Em bawerin ku bi helwesta hemû aliyan dê emê bigihin serkevtinê.
Piştre serokê Fransayê François Hollande axavtinek kir û got: Dê hevkariyame ji bo koçberan jî berdewam be. Eger hinek malbat bixwazin werin Fransayê em ji bo wan hatinê hesanî dikin. Lê ya girîng ewe ku ev koçber bikaribin li ser axa xwe bijîn. Pêûmerge dikare sûd ji hevkariya me verbigirê.Emê hevkariya serbazî ji bo Kurdistanê berdewambikin û zêdetir bikin.