Polîtîk

Holenda û Romaniya konsulxaneyên xwe li Hewlêrê vedikin

Duhî roja yekşemiyê (05.08.2012) li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Bêron Rodenbêrx sefîrê Holendayê yê li Îraqê kir.
Di hevdîtinekê de, Rodenbêrx armanca sedana xwe bo herêma Kurdistanê diyar kir û got ku wezîfeya wî weke sefîrê Holendayê yê Îraqê bidawî bû û ew hatiye ku xwatira xwe bixwaz e, li hember vê yekê, Nêçîrvan Barzanî sipasiya sefîrê Holendayê kir ku, di dema karkirina xwe de li Bexdayê gelek giringî bi pêşxistina têkleiyên navbera herêma Kurdistanê û Holendayê daye.

Sefîrê Holendayê yê li Îraqê di hevdîtinê de ji serokwezîrê Kurdistanê re got ku, hikûmeta holendî dixwaze têkeliyên xwe di hemû waran de digel Hewlêrê berfirehtir bike û di vê çarçoveyê de hikûmeta Holendayê biryar daye ku konsulxaneya xwe bi awayekî fermî li herêma Kurdistanê veke.
Sefîrê holndî li dor seferkirina hevwelatiyên holendî bo herêma Kurdistanê got ku, hikûmeta Holendayê tewsîyeyên seferkirinê bo herêma Kurdistanê guhertine û ev yekî jî dê ji bo hatina kompaniyên holendî bo herêma Kurdistanê rêxweşker be.

Dîdara serokwezîrê Kurdistanê digel sefîrê Holendayê

Her duhî roja yekşemiyê (05.08.2012) li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Aykop Pirada sefîrê Rumaniyayê yê li Îraqê û Yucîn Sîhlêno konsulê Romaniyayê yê li Hewlêrê kir û di dîdarekê de her du aliyan behsa xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên navbera Romaniya û herêma Kurdistanê, bi taybetî yên di warê bazirganî û aborî de, kir.
Sefîrê Ronaiyayê got:
– Di çarçoveya giringîdan bi têkleiyên Romnaiyayê bi herêma Kurdistanê, hikûmeta romaniyayî biryar daye ku di naverasta neha îlona îsal de bi wayekî fermî konsulxaneya xwe li herêma Kurdistanê veke û li Hewlêrê vîzaya sefera Romaniyayê bide.

Herwesa sefîrê Romaniyayê got ku, Romaniya amadeye fabrîkayeke çêkirina tramvay li Duhokê ava bike û ji wir berhemên wê li hemû Îraqê bifroşe, avakirina fabrîkayeke çêkirina alavên xwarnê li Hewlêrê û avakirina fabrîkayeka çêkirina traktor û alavên çandiniyê li Silêmaniyê ava bike.

Serokê hikûmeta Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hember vê amadekariya hikûmeta Romaniyayê diyar kir û got ku hikûmeta herêma Kurdistanê jî amadeye piştgirî û hêsankariya bike. 

Back to top button