Holenda: Herêma Kurdistanê ji bo me giring e

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 26.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Mategz Wlterz balyozê Holnedayê li Îraqê û xanim Janet Alberda konsula Holendayî li Herêma Kurdistanê kir û di civînekê de balyozê Holendayê daxwaz kir ku diyaloga navebra Hewlêr û Bexdayê dest pê bike.Balyozê Holendayê got ku ew hatiye Hewlêrê daku ji nêzîk ve haydarî rewşa Herêma Kurdistanê bibe û nîşan da ku Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo kabîneya nû ya hikûmeta Holendayê û hevpeymaniya navdewletî giringin û têkeliyên wan dê digel Hewlêr û Bexdayê berdewam bin.Nêçîrvan Barzanî ji şandeya Holendayê re behsa rewşa Herêma Kurdistanê a di warê siyasî û aborî de û xebatên hikûmeta Kurdistanê yên ji bona derbaskirina wê rewşa heye kir û, di vê çaçroveyê de, serokwezîr behsa reşnivîsa budceya Îraqê a sala 2018ê kir û ku hikûmeta Îraqê beşa budceya herêma Kurdistanê kêmkiriye.Serokwezîr rola civaka navdewletî ji bona amadekirina atomsferek minasib ji bo destpêkirina diyaloga cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina tev pirsgirêkan li gora destûra Îraqê bi roleke giring wesif kir.Nêçîrvan Barzanî behsa dûrpêça li ser balefirxaneyên Herêma Kurdistanê kir û got ku girtina balefirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve, di warê ghandina alîkariyên mirovî ji bo penaber û koçberan ji aliyê rêxistinên navdewletî û çareserkiirna nexweşiyan û pêşmergeyên birîndar bandoreke nêgetîv heye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: