Cîhan
Hizbullahê zirt li Îsraîlê kir
Berdevka Hizbullahê Rana Sahilî got: “Sedema ku Hizbullahê êrîşên xwe yên li ser Îsraîlê zêde kiriye, nayê wateya ku Hizbullahê biryar daye bi temamî têkeve şerê Îsraîl û Hemasê”.
Hizbullahê ragihand ku li ser sînorê başûrê Lubnanê bi mûşekan li du tankên din ên Îsraîlê xistine. Berdevka Hizbullahê Rana Sahilî, di derbarê êrîşên li dijî Îsraîlê yên ji xaka Lubnanê de axivî. Sahilî got: “Sedema ku Hîzbullahê êrîşên xwe yên li dijî Îsraîlê zêde kiriye, nayê wateya ku Hîzbullahê biryar daye bi temamî têkeve şerê Îsraîl-Hamasê. Ev hê pevçûnên biçûk in û ji bo siyonîstan hişyariyek e”.