Polîtîk

Hisên: Serok Barzanî qanûna parlamentoyê qebûl nekir

Fuad Husên îro sêşemiyê 19.07.2011ê di daxûyaniyeke taybet da ji bo malpera serokayetiya herêma Kurdistanê ragihand ku, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê yasaya jmara 10 a sala 2011ê ya pasevanê endamên parlamentoya Kurdistanê qebûl nekir û ji bo parlamentoyê vegerand.

Di vî derbarî de, Fuad Hisên serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê balkişand li ser naveroka biryara serok Mesûd Barzanî û got:
–  Ji ber çend sedeman yasaya navbihorî ji aliyê serok Barzanî ve hatiye redkirin. Ji ber ku ev pirs di bingehê xwe de dikeve nav çarçoveya bernameya çaksaziyê ya serok Barzanî da û bi awayekî nû û serdemiyane dihête rêkxistin.  Pêwîste ev pirs ji aliyê desthilata cîhbicîhkar ve wekî rênimayî bête diyar kirin ne weke yasa.

Hisên ev yek jî diyar ku li piraniya welatên cîhanê pirsên bi vî awayî ji aliyê desthilata cîhbicîhkar ve tên rêkxistin. Ev yasaya parlamentoyê dibe sedema dirûstbûna du sîstemên cûda yên  pasevaniyê li herêma Kurdistanê.

– Her wiha vê yasayê mafê wekheviyê, di warê jimara pasewanan de,  nedaye parlamenterên derwreyên berê, ji ber ku wekî di yasayê da hatiye diyar kirin endamên dewreya sêyem (dewra noke) dikarin du pasevanan li gel xwe bihêlin piştî temambûna endametiya wan, lê belê ji bo parlemanterên dewreya yekem û duyem tenê heqê yek pasevan bo hatiye diyar kirin.
Di dawiya daxûyaniya xwe de Fuad Husên got ku zêdekirina pasevan û pirçekkirina wan li gel vê qonaxa binyatnana civaka medenî û rewşa arama herêma Kurdistanê da nagunce.

Back to top button