Fuad Hisên serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ji malpera KRG re naveroka civînên şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanî a bi seroaktiya Nêçîrvan Barzanî ji bo Bexdayê eşkere eçkere dike.Hisên got, pirsa serbixweyê bi awayekê zelal û eşkere tevî hêzên syasiyên Bexdayê hate behskirin û amaje bi vê yekê da ji bo diyarkirina dîtingeha Herêma Kurdistanê gelek civîn digel Bexdayê hatine kirin. Her aliyeka Bexdayê hizra taybet bi xwe derbarê serbiweyî ya Kurdistanê hebû. Bi pêwîst zanî çi qas zû be baştire şandeya Herêma Kurdistanê careka din serdana Bexdayê bike û vê pirsê bi awayekê zelaltir tevî Bexdayê behs bike.Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ev yeke red kir ku, givaşeka Amerîkayê ji bo ji hev nêzîk kirina Hewlêr û Bexdayê hebe. Herêma Kurdistanê pêşdestî kiriye, lê Balyozê Amerîkayê li Îraqê Stuart Johns rol hebûye ji bo sazkirina civîn û ji hev nêzîk kirina her du aliyan.Derbarê petrola Herêma Kurdistanê û rêvebirina wê, Fuad Hisên xuya kir ku, pêwîst e her du alî di demeka nêz de rêbikevin û divê Bexda ji siyaseta petrola Herêma Kurdistanê têbigehe û her pirsgirêkek hebe bihê çareser kirin. Hisên amaje bi vê yekê da ku çavrê dihê kirin wezîrê Petrola Îraqê û wezîrê Samanên Xwezayî yê Herêma Kurdistamê ji bo pirsa petrolê bicivin û paşan komîteyeka teknîkî pêk bihê.Derbarê hemahengiya serbazî, Fuad Hisên xuya kir ku, şandeka Bexdayê hatubû Herêma Kurdistanê û digel berpirsên Pêşmerge û hevpeymanan civiya bû û pêşnivîsa pilana xwe ji bo operasiyona rizgarkirina Musilî pêşkêş kirin ku niha gotubêj li ser dihê kirin.Serokê Dîwana Srokatiya Herêma Kurdistanê her wiha got ku, digel Hikûmeta Îraqê di warê leşkerî de rêketin hatiye kirin û hemû aliyek jî dizane ku Pêşmerge ji kê fermnan werdigire û Arteşa Îraqê jî diyar e ji kê fermanan werdigire.
Pêş
30/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya li Refîq El Îsawî kir
30/06/2025
Divê mijar ne tenê danîna çekan be!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Şêx Seîd Îslam û Kurdistan28/06/2025