Polîtîk

Hisên bersiva mediya tirkî da

Piştî serdana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Tirkiyeyê û hevdîtinên wî digel serokomar, serokwezîr û wezzîrê derve yê Tirkiyeyê û hevdîtina serokê Kurdistanê digel serok û endamên BDP û KCK-ê, mediya tirkî gelek zaniyariyên nerast li ser serdana serokê Kurdistanê weşandin.

Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê ku di serdana bo Tirkiyeyê digel serok Barzanî bû, di daxuyaniyekê de bersiva mediyaya tirkî dide.

Hisên di daxuyaniya xwe de dibêje ku di serdana vê dawiyê ya serokê Kurdistanê bo Tirkiyeyê û dîdar û civînên wî digel rayedarên wî welatî de, ti rêkeftinek wiha navbera Barzanî û hikûmeta Tirkiye nehatiye îmzekirin ji bo mayîna wan leşkeran bo heyama 6 salên din li nav xaka herêmê:

– Ez ne agahdarî wê yekê me ku navbera her du aliyan rêkeftineke 23 bend hatibe îmzekirin û dirêjkirina dema mayîn wan hêzan yek ji wan bendan be.”

Derbarê soza serokê Kurdistanê ji bo hevkarîkirina Tikriyeyê ji bo jinavbirina PKKê, Hisên got:
– Ti daxwazeke wiha nehatiye kirin û sozeke wiha jî nehatiye dayîn.

Derbarê têkiliyên navbera herêm a Kurdistanê û Tirkiyeyê piştî wê serdanê, Hisên got ku têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê di hemû waran de pêşde diçin û got:

–  Têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Tikriyeyê pêşve diçin û dê berferehtir jî bibin, ne tenê ji ber pirsa ser sînor, lê belê ji ber warê aborî,  civakî û rewşa navçeyê ev têkilî dê pêşve biçin digel Tirkiye û Îran jî.

Rojevakurd

Back to top button