Hirorî: Şikayeta Nifşê Nû neqanûnî û destpêkek xerap e
Rêving Hirorî serokê demkî yê parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê da ji malpera Bergeh re, dide xuya kirin ku şikayeta Nifşê Nû (Newey Nwê) li ser wî qeyd kirî şikayeteke ne yasayî ye û çi bingheka yasayî jê re nîne.
Hirorî dibêje: Me hemûyan xwest vê carê bi dilekê safî li parlamentoya Kurdistanê dest bi kar û xebatên xwe bikin, lê mixabin her ji destpêkê Nifşê Nû niyetka safî nîşan neda û ev jî destpêkek nebaşe.
Roja 06.11.2018ê yekem civîna parlamentoya Kurdistanê bi serokatiya tementirîn parlamenter ku ew jî Rêvig Hirorî ye, ji lîsteya Partiya Demokrata Kurdistanê, dest bi civîna xwe kir û di wê civînê de hemû parlameneteran, ji bilî serokê Partiya Nişê Nû, Şaswar Ebulwaḧîd û serokê lîsteya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê, Qubad Talebanî, sûnda yasayê xwar.
Jiber ku aliyên siyayî li se hilbijartina serokatiya parlamentoyê negeheşit bûn çi rêkeftinan, serokê parlamentoyê civîn vekrî hişt.
Şaswar Ebidulwaḧîd li ser navê fraksiyona xwe şikayet li serokê demkî yê parlamentoya Kurdistanê, Rêving Hirorî qeyd kriye.
Nifşê Nû dbêje ku serokê parlamentoyê karek ne yasayê kriye û pêdîvî bû di yekem civînê de serokatiya parlamentoyê bihata Hlbijartin.
Hirorî li ser vê şikayeta Nifşê Nû dibêje: Ew şikayeta Nifşê Nû ne yasayî ye, raste li gor peyrewê navxwe divê di yekem civîn de serokatiya parlamentoyê bê hilbijartin, lê jiber van sebebên xwarê ew gilîname ne yasayî ye:
1- Aliyên siyasî negegehiştibûn çi rêkeftinan û pêşniyara hilbijartina serokatiya parlamentoyê negehişit bû destê min.
2- Pêşniyarek bi îmza hemû fraksiyonan, jibilî fraksiyona Nifşê Nû û Komeleya Îslamî, ji min re hat ku civîn vekrî bimîne ḧeta di navbera aliyên siyasî de rêkeftinek li ser destinîşanikirina serokatiyê çê bibe.
3- Min ew pêşniyar xiste ber dengdanê û piranîyê ew pêşniyar qebûl kir.
4- Jiber ku valahiya destûrî li Kurdistanê heye û hemû tişit bi rêkeftina navbera aliyan da çê dibin û li gor peyrew û yasayê jî pêşniyar û yasa li nava parlamentoyê bi praniya dengan tên pesind kirin, ev pêşniyar jî bi praniya gelek zêde ya parlamenteran hat pejrandin, bi vî awayî civîn vekrî dimîne.
Serokê demkî yê parlamentoya Kurdistanê dibibêje: Vê carê me hemûyan xwest bi dilekê paqj û bi hesteke kurdistanî biçn hola parlamentoyê, lê mixabin fraksiyona Nifşê Nû destpêkek xerap dest pê kir .
Li gor Rêving Hirorî şikayeta Nifşê Nû ne jiber binpêkirina yasayê ye lê jiber dijatiya Partî û Yekêtiyê ye û bi taybetî dijatîkrkina wî weke partiyek û pêşmegeyek. Bila Nifşê Nû mifa ji serbûrên aliyên din yên dijatiya berjewendiyên xelkê Kurdistanê dikr webigire.