Cîhan

Hinek li Tirkiye wek ku kurd tûnenene xebera didin

Serokomarê 11emîn ê Tirkiyê Abdullah Gul li ser referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê diyar kir: “Ez manşetên bêberpirsyarî dibînim ku mirov dibêje qey nifûsa me ya Kurd tine ye.”Abdullah Gul li bajarê Îzmîrê ji rojnamevanan re axivî û li ser referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ragihand: “Ev pêşhatên gelek giring in. Hemû erkdarên dewletê, vê yekê ji nêz ve dişopînin, tiştên pêwîst pêk tînin. Herî dawî ev mijar, ji ber ku mijarên niştimanî yên Tirkiyê ne, ji bo wan nêrîneke bi vî rengî pêwîst e.”Gul herwiha got: “Ji me ti kes naxwaze di vê erdnîgariyê de yekîtiya axa welatekî têkeve metirsiyê. Ji ber vê yekê, bi taybetî gava mijara Iraq û Sûriyê were rojevê, divê yekîtiya axa wan û yekîtiya siyaseta wan berdewam be. Ji bo ku berdewam bibe jî, divê ew welat van şert û mercan pêk bînin, divê di bingeha wan de mafên mirovan, hiqûq û wekheviyê di navbera xwe de dabîn bikin.”Serokomarê 11emîn ê Tirkiyê Abdullah Gul wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê rewşa niha ya Iraqê tiştekî nû nîne. Pêvajoyên wisa ne ku di salên 80 û 90î de dest pê kirine. Çekên kîmyayî ku li Helebceyê li dijî Kurdan hatin bikaranîn, sepandina paralelên 32 û 36, gav bi gav ev tişt pêk hatin. Loma divê her dem em baldar bin, ji ber vê jî pêşî her kes hevwelatiyên xwe ku ciyawaziya wan çi dibe bila bibe, bi awayekî baş bi xwe ve girêbide. Divê her kes aîdiyeta xwe bo welatê xwe qewî bike. Eger ev neyê kirin, di heyama dirêj de cihêbûn derdikeve holê.Ji aliyekî ve divê em tim piştgirî bidin yekîtiya axa Iraqê û yakîtiya siyaseta wê ku me bi awayekî bihêz piştgirî da. Ji aliyekî ve jî weke gel, weke çapemenî, weke siyasetmedar, di axaftinên me de gotinên me divê wisa be ku bi ti awayî, em dilê hin hevwelatiyên xwe jî neêşînin. Mebesta min çi ye we fêm kir.Ez dema ku li manşetan dinêrim, mirov dibêje qey nifûse me ya Kurd tine ye, manşetên bêberpirsyarî dibînim. Divê mirov li ser vê yekê jî baldar be, di vê erdnîgariyê de pêwîst e her kes li welatê xwe di aramî û aştiyê de bijî. Dabînkirina vê yekê jî peywira rêveberên wî welatî ye. Eger dilhişkiya Sûriyê neba, Sûriye nedikete vê rewşê. Di van tiştan hemûyan de dersên ku mirov jê werbigre hene.” Rûdaw

Back to top button