Hinek di nava YNKê de daxwaza kongreyek din dikin
Hejmarek zêde li endamên nerazî yên nav YNKê daxwaza pêkanîna kongreyekî din dikin ku ji bo hemû endamên partiyê wekhewî hebe.
Piştî ragehandina encamên helbijartina encûmena giştî ya rêveberiya YNKê di kongreya çarem a partiyê de, hejmarek zêde ya endamên YNKê ji encaman nerazîne û encaman qebûl nakin. Herwaha bangeşeya wê dikin ku zulm li wan hatiye kirin, an jî nehiştine serkeftin bidest bixin û derkevin û piştre jî ji wan re gotine hûn derneketine.
Li gor zanyariyên BasNewsê ku ji beşek ji wan endamên nerazî bidest xistiye, hejmara wan kesan zêde ye, herçend YNK dixwaze bi rêya lijneyekî ve hewl dide wan aşt bike jî, lê ew endamên nerazî daxwaza kongreyekî din dikin û dibêjin bila wekhewî hebe li gel endamên ser bi bask û kutleyên nav partiyê de.
Vê derbarê de parlamenterê berê yê YNKê û namzedê derneketiye yê encûmena giştî ya rêveberiya YNKê Qadir Rezgeyî ji BasNewsê re ragehand, di kongreya çarem de hin kesên tekoşer ên nav YNKê bo rêveberiyê nehatin helbijartin ango derneketin.
Herwaha got: ‘’Ez hemnêrîn im li gel nêrînên wan hevalên ku behsa pêkanîna kongreyekî din dikin.’’ Lê bêhêvîbûna xwe jî aşkera kir ku kongreyekî din bê.
Qadir Rezgeyî teqez kir: ‘’Kongreya hatiye kirin, ti rewabûna wê nebû. Ji ber hin xalên lewaz tê de hebûn. Ji ber wê em hemû li gel rêveçûna kongreyeke din de ne, ku dûr be ji hemû destwerdanekî nerewa û dûr be li nedadperweriya ku berî naha me behs kiriye.’’