Polîtîk

Hin alî dixwazin însiyatîva Barzanî jinav bibin

Endamekî serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyeke xwe de eşkere dike ku, destek derve heye ji bo jinavbirina destpêşxeriya serok Barzanê ya ji bo organîzekirina navamal kurdî û encamdana referendoma ji bona serxwebûna Kurdistanê destek derekî heye.Piştî civîna Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê digel hemû aliyên siyasiyên başûrê Kurdistanê hêviyek ji bo aştiya niştimanî çê bû ku aliyên siyasî nêzîkî hev bibin û nakokiyên xwe çarese bikin, lê li gor wî endamê KDP niha destek derekî heye ku wê însiyatîva Barzanî jinav bibe.Ehmed Kanî berpirsê têkeliyên niştimnaî û endamê serokatiya PDKê ji Basnews re dibêje:- Hindek alî ji bona jinavbirina xebatên Barzanî yên ji bo aştiya niştimanî dixebitin. Divê em hemû agadar bin. Di civîna bi seroka Barzanî re komîteyek ji bo aştiya siyasî hat pêkanîn, lê ji aliyek din boriya gaza Kurdistanê tê teqandin û me guh li gefên din jî dibe. Li gor Ehmed Kanî yên ku li dijê hikûmeta Kurdistanê û serok Barzanî ne, dixwazin aloziyan kûrtir bikin û zêdetir tevlîheviyê li nav herêma Kurdistanê çê bikin daku xelk û hikûmet ji hev dûr bikeve, valahiyek peyda bibe.

Back to top button